HATAY – Hin kesên nenas alayên li ber avahiya HDP'a Îskenderûnêê rakiribûn. HDP'a Îşkenderûnê, ji bo vê yekê serî li dozgeriyê da.
Hin kesên nenas alayên partiyê yên li ber avahiya HDP'a Îskenderûnê rakirin. 3 roj in her cara endamên partiyê alayan daldiqînin, kesên nenas jî alayan radikin. Ji ber vê yekê HDP'iyan serî li Serdozgeriya Komarê da, lê belê hîn jî kiryar nehatine dîtin. Hevserokên HDP'a Îskenderûnê Muhsîne Taşan û Ahmet Çahan, diyar kirin ku li ber avahiya partiya wan MOBESE hene, lê belê hîn jî kiryar nehatine dîtin.
Çahan, diyar kir ku ji bo hilbijartinê ew alayan daldiqînin, lê 3 roj in 2 caran alayên daliqandine hatine rakirin. Çahan, bilêv kir ku ev der 24 saetan ji aliyê polîsan ve tê şopandin. Çahan, bilêv kir ku ji bo kiryar bên dîtin wan serî li Qeymeqamtî û emniyeta Îskenderûnê daye û paşê serî li Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê dane. Çahan got: "21 caran êrîşî avahiya partiya me kirin. Agir berdan avahiyê, bi keviran êrîş kirin. Lê hîna jî êrîşkar nehatine darizandin. Ev der 24 saetan bi MOBESE'yan tê şopandin. Lê êrîşak nayên dîtin. Em dixwazin êrîşkar bên dîtin da careke din tiştekî wisa neqewime. Ji bo vê em bang li emniyet û dozgeriyê dikin ku karê xwe bikin."
'BILA EMNIYET PEYWIRA XWE BI CIH BÎNE'
Hevserok Muhsîne Taşan jî, diyar kir ku emniyet û dozgeriyê ji wan re gotiye "Em ê li kamerayên MOBESE'yê binerin. Çi hewce bê wê bê kirin." Taşan got: "Tim êrîşî avahiya me dikin. Berê jî 24 saetan polîs li ber avahiya me nobet digirtin, lê dîsa jî hin kesan êrîşî avahiya me dikir."
Taşan, bang li rayedara kir ku peywira xwe bi cih bînin û got: "Em ê li ber van êrîşan serî netewînin. Em dixwazin êrîşkar bên darizandin."