Bi êrîşa zayendî re rû bi rû ma, CÎMER'ê got 'hewce nake hûn ev qasî mezin bikin'

  • jin
  • 09:08 2 Adar 2019
  • |
img

MEREŞ – A.Ç., bi rîşa zayendî ya xwarziyê parlementerê AKP'î re rû bi rû me. Li ser vê A.Ç., serî li CÎMER'ê da. Lê belê CÎMER'ê j re got: "Dev jê berdin. Ne hewce ye mirov mezin bike." A. Ç., xwest rêxistinên jinan alîkariya wê bikin. 

Li Mereşê, di 26'ê Mijdara 2018'an de Sulyeman Tekçe, xwarizyê Parlementerê AKP'ê yê Mereşê Îmran Kiliç, hewl da A.Ç.(27) îstismar bike. Piştî vê êrîşa zayendî A.Ç. li dozgeryê, emniyetê û Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakiyî geriya û serî li Navenda Ragihandinê ya Serkomartiyê (CÎMER) da. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Mereşê, bi tawanbariya "hewldana êrîşa zayendî, gefxwarin, binpêkirina azadiya kes" der barê Tekçe de îdianame amade kir. Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Mereşê jî îdianame qebûl kir û wê danişîna ewil di 13'ê Adara 2019'an de pêk bê. A.Ç, destnîşan kir ku ji bo Tekçe bê cezakirin ew ê heta dawiyê bitêkoşe û got: "Ger neyê cezakirin wê sibê heman titşî bîne serê jineke din jî." 
 
A.Ç., diyar kir ku zêdetirî 3 sal in ew Tekçe û malbata wî nas dike. A.Ç., anî ziman ku roja bûyerê Tekçe bi bahaneya ku tûpê vala hilgire hatiye mala wan û ji nişka ve gef lê xwarine û êrîşî wê kiriye.
 
'GEF XWARIN'
 
A.Ç., destnîşan kir ku piştî bûyerê Tekçe bi mirinê gef li wan xwariye û xwes dispêre xalê xwe yê parlementer. A.Ç., bilêv kir ku ji ber vê bûyerê derûniya wê xirab bûye û got: "Paşê em hîn bûn çend sal berê heman tişt aniye serê jineke din jî. Em ê dev ji vê bûyerê bernedin. Ji bo piştgiriyê bang li hemû rêxistinên jinan dikim. Ger ev kes niha neyê cezakirin, dibe sibê heman tiştî bîne serê jineke din jî. Wê kêliyê hevjînê min hat û xelas bûm. Belkî bi qasî min siûda jineke din tune be." 
 
‘DOZGER ÎDIANAME AMADE NEDIKIR' 
 
Hevjînê wê M.Ç. jî, diyar kir ku roja bûyerê ji ber wî xwe negihandiye hevjîna xwe çûye malê û bûye şahidê êrîşa zayendî. M.Ç., destnîşan kir ku piştî bûyerê ew çûne dozgeriyê û got: "Paşê em çûn qereqolê û me îfade da. Piştî me îfade da, wî binçav kirin. Roja din hat berdan. Me pirsî ka ji bo çi hatiye berdan. Gotin, kesek ketiye navberê û hatiye berdan. Çend meh derbas bûn, lê belê tu tiştek nehat kirin. Em fikirîn ku ji ber xalê wî yê parlementer e. Dozger îdianame amade nedikir." 
 
CÎMER: DEV JÊ BERDIN 
 
M.Ç., diyar kir ku roja bûyerê ew çûye Walîtiya Mereşê, lê belê destûr nedane ku walî bibîne. M.Ç., bilêv kir ku paşê ew li xeta 183'yan a Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakiyî geriyane û roja din dozger gazî wî kiriye. M.Ç. got: "Dizger ji me re got 'me doza we sewqî dadgehê kir, lê wê dadgeh bi awayekî negirtî wî bidarizîne.' Paşê em li CÎMER'ê geriyan. Meger ev xet girêdayî walîtiyê ye. Walîtiya Mereşê ji hevjîna min re got 'werin em biaxivin.' Em bi hev re çûn, lê belê ewilî bi hevjîna min ra axivîn. Di hevdîtinê de ji hevjîna min re gotine 'Ez bi xwarziyekî din ên wekîl re axivîm. Ev ne xwarizyê wî ye. Ne xizmê wî ye jî.' Paşê ez çûm. Wexta ketim odeyê ji min re gotin 'Dev ji vê bûyerê berdin. Wekî gulwazek li ser kesekî di rê de ketibe bifikirin. Jinên dixebitin tim bi bûyerên wisa re rû bi rû dimînin. Ne hewce ye ku hûn ev qasî mezin bikin.'"
 
'BILA NEYÊ SERÊ TU JÎNÎ' 
 
M.Ç., diyar kir ku piştî meh û nîvekê şûne dozger îdianame amade kiriye û got: "Şêwirmendê xalê Tekçe yê parlementer li min geriya û got 'Em ê daxilî vê bûyerê nebin.' Lê belê ez çûm kuderê derî li ser min hatin girtin. Ev jî tê wateya ku xalê wî mudaxil dibe. Eleqeya me bi xalê wî re tune ye. Lê belê ez dibêm tiliya şêwirmendên wî tê de heye. Divê cezayekî giran li vî kesî bê birin da neyê serê tu jinî jî. Ji bo vê çi ji destê me bê em ê bikin." 

Sernavên din

04/03/2019
15:45 Xelata Aştî û Demokrasiyê dan Onur Hamzaoglu
15:14 Sîsê Bingol wê îro tahliye bibe
15:05 Netew û baweriyên cuda dê der barê Erdogan de giliyê sûc bikin
15:02 Meclîsa ÎSÎG: Di meha Sibatê de herî kêm 125 karkeran jiyana xwe ji dest dan
14:54 24 saziyan bang li hikûmetê kir: Ji bo daxwazên çalakgerên grevê gavan bavêjin
14:53 HDP’ê li Mûgla û 4 navçeyên Manîsa namzetên xwe paşve kişandin
14:01 Temellî bersîv da Erdogan: Em li vir in di 31'ê Adarê de emê biçin ser sindoqan
14:00 Cezayê ‘Çerxa Şoreşê’ dan û xwestin xwendekar 'Sirûda Îstîklalê' bi destan binivîsîne
13:55 TJA: Berxwedana li dijî tecrîdê bi zextan dê neyê bêdeng kirin
13:42 Jinan xwest Wezareta Jinan bê avakirin
13:22 Oluç: Erdogan dabeşiyê dike û Soylu jî xwe diteqîne
13:20 Girtiyên di greva birçîbûnê de hatin derpkirin
12:23 Ev wêneyê xizmeta Qeyûma Qoserê ye
11:22 Ekîba NRT û gelek endamên Nifşê Nû hatin binçavkirin
10:18 Namzetên HDP'ê li Mêrdîn, Mêrsîn û Hatayê lez dan xebatên xwe
09:31 Girtiyê hat berdan: Çalakger dixwazin gel dengê wan bilind bikin
09:12 Parlamenter Dag: Leyla Guven bû şewq em ê jî bibin şemal
09:12 Esnafên bazarê bersiva Erdogan dan: Ji bo hilbijartinê me dike terorîst
09:09 Dixwazin bi Santrala Enerjiya Biyokutle Çemê Asî tune bikin
09:09 'Em ê di 8'ê Adarê de deng bidin dengê Leylayê'
09:08 ‘Bêdeng nemînin û li ber xwe bidin'
09:06 Bozan a 79 roj di grevê de ye: Bedena me dihele, xwedî li çalakiyê derkevin
09:06 Yaşaer ê bavê wî di hepsê de 36 roj in di grevê de ye
09:05 'Ez ê 8'ê Adarê bi xebitandinê pêşwazî bikim'
09:04 ‘Bi mehan e em nikarin sebzeyan bikirin'
09:04 Ûzûnok: Li Îzmîrê me hefteya jinan îlan kir
09:03 ‘Li Girtîgeha Kiriklarê pêkanîn û cezayên kêfî hene’
09:00 ROJEVA 04'Ê ADARÊ
08:56 Suleyman Soylu dîsa HDP'ê reş kir û hedef nîşan da
08:29 Berxwedana Leyla Guven di roja 117'emîn de ye
03/03/2019
21:12 Senem Çakas bû namzeta hevşaredariya Çewligê
21:03 Sakik û Genç bi ciwanan re civiyan
20:42 5 endamên HDP'ê yên di greva birçîbûnê de hatin binçavkirin
19:20 Polîsan bi boneya greva birçîbûnê bi ser avahiya HDP'a Amedê de girt
17:38 Ji Antalya heta Qersê xebatên hilbijartinê didomin
17:16 Guven peyama 8’ê Adarê da: 8’ê Adarê dê bibe roja mizgîniya azadiyê
16:56 Temellî: Îdir duh û îro ya me bû û sibê jî ya me ye
16:04 Wesayîta Bûldan dema xirab bû, HDP’iyan bi zarokan re guloka berfê lîstin
15:29 Cezayê akademîsyena aştiyê Ustel hat erêkirin
14:59 Hunermend Çat û Arzû Leyla Guven ziyaret kirin
14:58 Buldan bersiv da Erdogan: Ne hedê we ye me ji vir derxin
14:57 Jinên TMMOB’î banga tevlîbûna mîtîngê kirin
14:32 Li Stenbolê êrîşê buroya hilbijartinê ya HDP’ê kirin
14:05 Parlamenter Dersim Dag û 5 HDP'iyan dest bi greva birçîbûnê kirin
13:59 Temellî li Tozan axivî: Ev der welatê me ye
13:44 Li herêma Serhedê rêya 441 gundan hat girtin
13:42 Li Stenbolê jin diherikin Bakirkoyê
13:19 Derbarê Serokê Nifşê Nû de biryara girtinê hat dayîn
13:10 Hevseroka Giştî ya ESP’ê Çîçek Otlû dest bi greva birçîbûnê kir
11:42 Sakik: Li Mûşê hemû partî li dijî HDP'ê bûn yek
11:42 Li Beyogluyê şewat: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
11:29 Namzetên HDP’ê rastî eleqeyek mezın tên
11:13 ‘Xebatên ji bo jinan wê ji cîhanê re bibe mînak'
11:11 Endama TTB’ê Gungor: Hikumeta mecbure ku bersiv bide grevên birçîbûnê
09:43 Berxwedana Leyla Guven di roja 116'mîn de didome
09:13 Jinên ji bo Guvenê îmze danîn bin kampanyayê: Divê em daxwaza Leylayê li her derî bilêv bikin
09:10 Tu dibê qey hîn jî komareke cihê ye
09:06 Temellî: Em dixwazin Qersê bikin bajarekî mînak
09:04 Işik: Tecrîd ji Qesrê tê birêvebirin
09:02 Şadiye Manap a 27 sal in girtiye û di greva birçîbûnê de ye: Jiyan ji bo armancên biqîmet tê fedakirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2019'AN
02/03/2019
19:38 Temellî: Ji bo çareseriyê divê tecrîd bi dawî bibe
19:15 'Em ê di 31'ê Adarê de Erdogan û partiya wî bişînin ser sergoyê dîrokê'
18:53 'Wê gel guh nede qeyûman'
17:27 Nora Cortinas: Wêneyê windayên Amed û Arjantinê dişibin hev
17:25 Namzetên Hevşaredariyên HDP’ê kolan bi kolan xebitîn
16:27 Ji bo Leyla Guven nepox firandin
16:23 Temellî bang li Erdogan kir: Emrê te yê teqawîtiye hatiye
16:10 Jinên Amedî berxwedan Guven silav kirin
15:52 Bûldan: Derewê wan dê di 31’ê Adarê de li rûyê wan bikeve
15:40 Li 3 navendan bal kişandin ser girtiyên nexweş
15:13 Parlamenter li Parlamentoya Swêdê ketin grevê
14:52 Jinên Dersîmî bernameya 8'ê Adarê aşkere kirin
14:48 Kerestecîoglu: Em dixwazin pêşiya siyaseta demokratîk vekin
14:32 'Dayika min 7 salan li ber derî rûnişt'
14:12 Polîsên Alman Mustafa Tuzak bi lêdanê binçav kirin
13:59 Li Colemêrgê banga tevlîbûnê 8 Adarê: Hatina biharê em bi hevre pîroz bikin
13:25 Bûldan li Sîlopiye: Gel HDP’ê hembêz kir
12:18 Serokê Şaxa ZMO: Divê dewlet polîtîka çandiniyê rast bike
11:55 Li Stenbolê şahiya 8’ê Adarê: Em îro Leyla Guvenin
11:33 QSD'ê li Baxozê di 20 rojan de 9 hezar DAIŞ û sivîl tehliye kir
11:10 Serlêdana malbatê ya Îmraliyê red kirin
11:10 Li Tekmanê 5 kes hatin girtin
10:52 Gelê Cizîrê rengê vîna xwe diyar kir
10:37 Bi hinceta 'Nêzî avahiya AKP'ê ye' destûr nedan HDP buro veke
10:06 'Ji bo Heskîf neyê ji bîr kirin têkoşînê bidome'
09:56 Berxwedana Leyla Guven di roja 115'mîn de didome
09:55 Jinên Edeneyî: Di 8’ê Adarê de em daxwazên Guven biqîrîn
09:54 Ewil rojnameger binçavkirin piştre dîmenê wî desteserkirin
09:15 Du dayik, du destên aştiyê û du lêgerîn
09:14 Dîcle: Feraseta dewletê neguherî, lê ji bo kurdan gelek tişt guherîn
09:13 Li Meclîsê, ji xeynî tirkî wê kartvîzîtên bi zimanê din bi heq bên çapkirin
09:11 Hîn jî kesên alayên HDP'ê rakirin nehatine dîtin!
09:10 Rapora Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê: Ewlehiya girtiyan di rewşeke xeter de ye
09:09 Li Qersê, hesabê 'tifaqa cumhûr' li hev dernayê
09:09 'Ji bo em bibin dengê Leylayê em ber bi Bakirkoyê ve biherikin'
09:08 Bi êrîşa zayendî re rû bi rû ma, CÎMER'ê got 'hewce nake hûn ev qasî mezin bikin'
09:07 11 sivîlên ji Efrînê wê bi îdiaya 'xirabkirina yekîtiya welat' bên darizandin
09:07 Qeyûm hat, tiryakêş li holê man
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2019'AN