AMED - Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Mezin a Amedê hat kirin, Navenda Şêwirmendî û Piştevaniyê ya Hevrayê girt. Koordînatorê navendê yê berê Firat Duzgun, anî ziman ku piştî qeyûm hat tayînkirin xebatên wan ên der barê pêgirtiya tiryakê nîvco mane.
Şaredariya Mezin a Amedê, di sala 2015'an de Navenda Şêwirmendî û Piştevaniyê ya Hevrayê ava kiribû û di bin banê navendê li dijî pêgirtiya tiryakê têdikoşiya. Navend heta nîvê sala 2016'an de li navenda bajêr û navçeyên wê 54 semîner li dar xistin û bi giştî 2 hezar û 312 kes tev li van semîneran bûn. Navendê, di warê derûnî de destekê da 188 kesan, ji evan kesan 97 kes şandin saziyên tenduristiyê û her wiha piştgirî da 113 malbatan.
Lê belê piştî qeyûm hat tayînkirin navenda hat girtin. Koordînatorê navendê yê berê Firat Duzgun, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re behsa xebatên hatine kirin kir.
Duzgun got: "Li Amedê, di warê civakî de pirsgirêka herî girîng bikaranîna tiryakê ya zarok û ciwan e. Wê çaxê hejmara kesên pêgirtiyê tiryakê zêde bûn. Ji bo bê kontrolkirin me hin xebat dabûn destpêkirin."
Duzgun, anî ziman ku berî Navenda Hevrayê bê vekirin, di bin banê Wezareta Tenduristiyê de Navenda Tedawîkirina Pêgirtiya Tiryakê ya Zarokan (ÇATEM) hebû û kapasîteya ÇATEM'ê 10 kes bûn û got: "Lê ev têr nedikir. Kesên di ser 18 salan de nedihatin tedawîkirin. Kesên 18 sal û di ser 18 salan, dişandin deverên din. Ev kes mecbûr diman biçin Xarpêt, Dîlok, Wan hwd."
PÊŞÎ PLATFORM HAT AVAKIRIN
Duzgun, anî ziman ku berî Navenda Hevrayê bê avakirin wan hin xebat kiribûn û got: "Eger wê li dijî pêgirtiya madeyê têkoşînek hebe, divê ev tenê bi rêveberiyên herîmî û saziyekê nehatan sînordarkirin. Me jî li ser navê Şaredariya Mezin a Amedê, bi hemû saziyan re hevdîtin çêkir. Di encama van hevdîtin û xebatan de me Platforma Têkoşîna Li Dijî Pêgirtiya Tiryakê ava kir. Me li gor bernameya platformê navenda Hevrayê ava kir."
‘ME NEXŞEYA PÊGIRTIYÊN TIRYAKÊ AMADE KIR'
Duzgun, anî ziman ku piştî navenda hat avakirin wan tevî Ajansa Pêşvebirinê ya Karacadagê projeyek amade kiriye û bi beşdarbûyîna Zanîngeha Dîcleyê wan li navçe, tax û gundên Amedê rêjeya bikaranîna tiryakê derxistiye holê. Duzgun, da zanîn ku wan di dawiya sala 2014'an de li Amedê nexşeya pêgirtiya tiryakê amade kiriye û wan xwestiye sedemên bikaranîna tiryakê derxînin holê.
QEYÛM HAT, HEVRA HAT GIRTIN
Duzgun, destnîşan kir ku piştî qeyûm tayînî Şaredariya Mezin a Amedê hatiye kirin, fealiyetên Hevrayê hatine rawestandin û ew jî hatiye îxrackirin. Duzgun, bilêv kir ku bi vî awayî têkilya wan a bi malbatan û kesên pêgirtiyê tiryakê qut bûye û got: "Wexta pêwendî qut bibe, kesekî tiryakê bi kar tîne bi xwe re hînî 10 kesên din jî dike."