STENBOL - Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê li Girtîgeha Sîlîvriyê bi girtiyên greva birçîbûnê re hevdîtin pêk anî. Heyetê pişt re daxuyanî da û got rewşa girtiyan krîtîk e û xwestin rayedar bi lezgînî ya pêwîst bikin.
Heyeta Şopandina Grevên Birçîbûnê ya ji ÎHD, SES, TÎHV pêk tê li Girtîgeha Sîlîvriyê bi girtiyên di greva birçîbûnê de re hevdîtîn kir.
Heyetê piştî ziyaretê li ber girtîgehê daxuyaniya çapemeniyê da. Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî daxuyanî da û diyar kir ku Wezareta Dadê ji bo hevdîtina li gel rayedarên girtîgehê bersiva neyînî daye wan û tevî derbasî hepsê bûne jî rayedar bi wan re hevdîtinê nekirine.
Yolerî da zanîn ku ew bi çalakgerên greva birçîbûnê re hevdîtin kirin e û li Sîlîvriyê 18 girtî di greva birçîbûnê de ne û dê ji 1'ê Adarê şûn ve hejmara çalakgeran bigîhîje 200 girtiyî. Yolerî got rêveberiya girtîgehê pêdiviyên girtiyan bicih tîne û di mehek ewilî de kêmasî di pêdiviyên wan de çêbûne.
‘DERBASÎ ASTEK KRÎTÎK BÛYE'
Yolerî diyar kir ku çalakger gelek zeîf bûne û got: "Rewşa nexweşînên di girtiyan de peyda bûne asta krîtîkbûnê nîşan dide."
‘HETA TECRÎD RABE DÊ ÇALAKIYA ME DEWAM BIKE'
Yolerî anî ziman ku cezayê dîsîplînê li çalakgeran hatiye birîn û wiha got: "Jixwe çalakger ji bo polîtîkaya tecrîdê şermezar bikin di grevê de ne. Her wiha dixwazin girtiyan bi cezayên mîna dîsîplînê tecrîd bikin. Ev jî ne hiqûqî û mirovî ye. Divê bi lezgînî ya pêwîst ji bo daxwaza girtiyan bê kirin. Girtiyan ji me re got 'di eksena Îmraliyê de civaka Tirkiyeyê tecrîd dikin. Heke tecrîd bişkê dê civak nefesek rehet bistîne. Ancak dawîlêanîna çalakiya me bi rakirina tecrîdê mimkin e."
SELÇÛK KOZAGAÇLI 37 ROJ IN DI GREVÊ DE YE
Yolerî destnîşan kir ku hempîşeyê wan parêzer Selçûk Kozagaçli jî bi daxwaza edaletê 37 roj in di greva birçîbûnê de ye û wî jî ziyaret kirin e û heta daxwaza hempîşeyên wan bicih bê dê dawî li çalakiya xwe bînin.
‘KONTROLA TENDURISTIYÊ NAYÊ KIRIN'
Piştî Yolerî, Rêveberê Odeya Bijîşkan a Stenbolê Murat Ekmez jî got: "Wezareta Dadê daxwaza ehvdîtina me ya bi girtiyan re qebûl nekir. Ancak me der barê tenduristiya wan de ji parêzeran agahî wergirt. Li gorî agahiyên me bi dest xistin kontrola tenduristiyê ya girtiyan nayê kirin."