ŞENGAL - Li Mûsilê polîsên Iraqê, zaroka Êzidî ya 13 salî ya ji DAIŞ’ê rizgar kirin, bi 20 hezar dolarî firot malbata wê. Tê gotin ku piştî hêza DAIŞ’ê lawaz bû, polîsên Iraqê li ser malbatên Êzidiyan tora bazirganiyê ava kirin e.
Bi hezaran jin û zarokên Êzidî yên di ferhaman 73’emîn a ku DAIŞ’ê ew dîl girtin, hêjî aqûbet wan ne diyar e. Di operasyonên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên li Bakurê Sûriyeyê, yên li dijî DAIŞ’ê bi sedan Êzidiyên dîlgirtî hatin rizgarkirin. Lê der barê sedan Êzidiyên li bajarên cûda dîlgirtî na hêj agahî tuneye. Tê gotin ku DAIŞ li Şengal, Mûsil û Sûriyeyê li ser jin û zarokên Êzidî yên di fermandê de dîl hatin girtin tora bazirganiyê avakirine û bi 20 hezar dolar wan di firoşin xizmên wan.
TORA BAZIRGANIYÊ JI ŞENGALÊ HEYA SÛRIYEYÊ DIÇE
Tê diyar kirin ku piştî hêza DAIŞ’ê lewaz bû, dest bi vê bazirganiyê kirin û ev kar bi riya navbeynkarên li Şengal, Mûsil û Sûriye yê tê kirin. Tê zanîn ku ên ku vî karî dikin, dîlgirtiyên di destên DAIŞ’ê de bi pareyan dikirin û caran bi parayen difiroşin malbatên wan. Tê destnîşan kirin ku hinek endamên DAIŞ’ê yên reviyayî, dîlgirtiyên di destên xwe de bi pareyan difiroşin hin kesan, ew jî bi raya navbeynkaran difiroşin malbatên wan û hinek Êzidî jî tevlî vê torê bûne.
LI MÛSILÊ DERKET HOLÊ
Di wêneyekê ku Ajansa Mezopotamya (MA) xwe gihandiyê de jî, dide diyar kirin ku polîsên Iraqî yên li Mûsilê jî dinava vî karî dene. Di wêneyê bi telefonê hatî kişandin de, polîsên Iraqî, zaroka keç a Êzidî ya 13 salî ku DAIŞ’ê dîl girtî, xuya dikin. Zaroka biçûk ku naxwaza agahiyên nasnameya wê bên parvekirin, berê jî li Mûsilê di bazara koleyan de hatibû firotin. Zarok biçûk piştî Mûsil ji DAIŞ’ê tê paqijkirin dikeve destê hêzên Iraqê û bi berdêla 20 hezar dolar tê firotin. Li Iraqê ji bo 10 hezar dolar “defterek” tê gotin. Malbatê, diyar kir ku keça xwe bi 2 defteran (20 hezar dolar) kirine. Malbatê, da zanîn ku bi rêya navbeynkarek Êzidî fêr bûn ku keça wan di destên Polîsên Iraqê deye.
MA / Nazim Daştan - Selamî Aslan