ŞIRNEX - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li Cizîrê dest bi mîtînga hilbijartinê ya ewl kir û bi HDP’iyan re li navçeyê tûr avêt. Di dema tûr avêtinê de, ciwanan kenê li ser rûyên xwe ji HDP’iyan re şandin, ji karkerên înşaetê bigirin heya jinan, ji ajokaran bigirin heya pîr, kal û zarokan otobûsa Buldan silav kirin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de, dê heya mehekê mîtîng û hevdîtinên gel li dar bixe. HDP’ê îro starta mîtîngên hilbijartina herêmî li navçeya Cizîrê ya Şirnexê da. Berî hevdîtina gel a bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, liv û tevgerek bi coş hebû.
‘EM Ê SERBIKEVIN’
Berî hevdîtinê, HDP’î, çûn taxên Cûdî, Nûr û Sûrê, gel dawetî vekirina buroyê kirin. Jinên Cizîrê yên amadekariyên hevdîtina gel dikirin, kelecaniyek mezin bi wan re hebû. Jinên cil û bergên herêma Botanê li xwe kirin, bi berzkirina tilîliyan hatin ber buroya hilbijartinê. Dayîkekê ku bi zaroka xwe re nişane serkeftinê ji konvoyê re dikir, ji jinan re got, “Emê bi ser bikevin.” Pîr û kalên bi zorê dimeşiyan, bi gopalên xwe HDP’ê silav kirin.
Ji bo vekirin buroyê, bi sedan welatiyên li ber avahiya partiyê kom bûn, bi alên HDP’ê yên di destên xwe de, heya buroyê meşiyan. Zarokên ku alên HDP’ê yên di destên wan de, bi navber dirûşmeyên “Bi berxwedanê emê qezenc bikin” berz kirin.
BÛLDAN LI BAJÊR TÛR AVÊT
HDP’iyên yekemîn mîtînga hilbijartinê li Cizîr pêk anîn, bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Hevseroka KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan, Parlementerê HDP’ê Nûran Îmîr, Hasan Ozguneş, Huseyîn Kaçmaz, Namzetên Hevşaredariya Cizîrê Berîvan Kûtlû û Mehmet Zirig û şandeya bi wan re bi otobusa hilbijartinê li bajêr tûr avêt.
Bûdan û HDP’iyên gel silav kirin, ji taxa Konak, dest pêkirin û heya taxa Nûr a buroya hilbijartinê lê hat vekirin, tûr avêtin. Otobusa HDP’ê ya gehişt navenda navçeyê bi berzkirina dirûşmeyan û lêxistina çepikan hat pêşwazî kirin. Di dema tûrê de ciwanan kenê li ser rûyên xwe ji HDP’iyan re şandin, ji karkerên înşaetê bigirin heya jinan, ji ajokaran bigirin heya pîr, kal û zarokan otobûsa Buldan silav kirin û nîşaneya serkeftinê li ba kirin.