STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, cara 702'yan serî li Serdozgerê Komarê yê Bursayê da.
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Çîçek û Serbay Koklu ji bo bi miwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, cara 702'yan serî li Serdozgerê Komarê yê Bursayê dan. Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîremha 2011'an heta niha bi miwekîlê xwe re hevdîtin pêk neanîne.
Hemû hevdîtinên parêzerên Ocalan bi hinceta "Keştî xirabe ye", "Hewa ne baş e" û "OHAL heye" tê astengkirin.