QERS - Parlamenterê berê yê DEP'ê ya hat girtin Mahmut Alinak da zanîn ku tevî bi ser "Darbeya 2'ê Adarê" de 25 sal derbas bû jî di siyaseta Tirkiyeyê de tiştek neguherî û got: "Ne em ne jî HDP'yî ji bo me bêdengiyê qebûl nekir, ev tişt hatin serê me. Divê êdî vê çarenûsa sed salî bê guhertin."
Gelê kurd di sala 1990'î de bi Partiya Kedê ya Gel (HEP) li Tirkiyeyê dest bi xebatên partiya siyasî kirin û bi Partiya Demokrasiyê (DEP) dewam kirin. Çawa di wan salan de zext li ser van partiyan hebû îro jî heman zext li ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a ji heman kevneşopiyê tê jî didomin. DEP di hilbijartina 12'ê Kanûna 1993'an de hat bijartin û çû Meclîsê. Di sondxwarina li Meclîsê de Parlamentera DEP'ê Leyla Zana bi kurdî sond xwar û merasîm veguherî protestoyê. Piştî sondxwarinê Leyla Zana û hevalên xwe yên parlamenter bûn hedefa partiyên din ên li Meclîsê. Di 2'ê Adara 1994'an de li dijî parlamenterên HDP'ê operasyonek hat despêkirin û wek "Darbeya 2'ê Adarê" di dîroka siyaseta li Tirkiyeyê de navê xwe girt. Bi erêkirina Meclîsê destnedayîna parlamenterên wê demê yê DEP'ê Orhan Dogan, Hatîp Dîcle, Selîm Sadak, Leyla Zana, Ahmet Turk, Sirri Sakik, û Mahmut Alinak hat rakirin.
DEP'YAN GIRTIN Û DEP'Ê QEFLE KIRIN
Parlamenterên HDP'ê piştî 13 rojan ji aliyê dadgehê ve hatin girtin û şandin Girtîgeha Navendê ya Enqereyê. Bi heman lez û bezê biryara girtina DEP'ê derket û girtin. Doza DEP'ê di 8'ê 1994'an de dest pê kir û bi lez û bez di 8'ê Kanûna 1994'an de bi dawî bû. Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Enqereyê bi hêceta "Rêveberiya rêxistinê" hatin girtin. Ahmet Turk, Sirri Sakik û Mahmut Alinak piştî demek kin hatin berdan. Leyla Zana, Orhan Dogan, Hatîp Dîcle û Selîm Sadak 10 sal di hepsê da man.
PIŞTÎ 25 SALAN HEMAN OPERASYON
Di 4'ê Mijdara 2016'an de bi heman rengê operasyona li dijî parlamenterên DEP'ê li dijî parlamenterên HDP'ê jî operasyonek pêk hat û Hevserokên Gitşî yên HDP'ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 9 wekîl hatin binçavkirin û girtin. HDP'ê binçavkirina parlamenterên xwe şiband pêvajoya girtina parlamenterên DEP'ê û navê "Darbeya 4'ê Mijdarê" li vê operasyonê kir. Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Ferhat Encu, Selma Irmak, Gulser Yıldırım, Çaglar Demîrel, Burcu Çelîk Ozkan, Îdrîs Baluken û Abdullah Zeydan hêj girtî ne.
Parlamenterê demê yê DEP'ê Mahmut Alinak ku wekîliya wî hat betalkirin û hat girtin wê pêvajoyê ji ajansa me Mezopotamyayê (MA) nirxand.
'ME BÊDENGIYÊ RED KIR'
Alinak anî ziman ku hemû partiyên din li dijî wan bûn yek û bi dijminahiya li dijî kurdan biryara girtina wan dan û got: "Bi hejandina tiliyên xwe gef li me dixwarin. Digotin 'Her welatiyê tirk li Tirkiyeyê tirk e. Hemû kes tirk e.' Dixwazin bi gefan me bêdeng bikin. Yanî vê ji me dixwestin heke hûn kurd bin hûn dikarin bi bêdengiya xwe mafê we yê bikevin bin merhametiya dewleta Tirkiyeyê. Niha jî heman zimanî Recep Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî bikar tînin. Ew jî wek Coşkun Kirca dibêjin 'ya hûnê bibin tirk ya jî hûnê bêdeng bibin.' Ji ber ku me bêdengiyê red kir me derxistin sanalyeyên bersûcan û em hatin darizandin."
'DI 25 SALAN DE TIŞTEK NEGUHERÎ'
Alinak destnîşan kir ku tevî ku 25 sal di navbera serdema DEP û HDP'ê de derbas bû jî tu guhertin di siyaseta Tirkiyeyê de çênebûye û wiha got: "Roja îroyîn jî wekîliya parlamenterên HDP'ê betal dikin û wan dixin hepsan. Lê HDP û wekîlên xwe bêdengiyê qebûl nakin. Wê demê Tansû Çîler, Mehmet Agar û Dogan Gureş dewletê birêve dibirin. Îro jî heman dewlet ji aliyê AKP-MHP'ê ve tê birêvebirin. Heman feraset li ser kar e. AKP-MHP jî bi gotinan gefan li siyaseta demokratîk dixwe. Mirov dikare bêje kursiyên Meclîsê her tim veguherin sandalyeyên bersûcan. Ha wê demê û ha îro tu ferq nîne."
'DIVÊ EV ÇARENÛSA SED SALÎ BÊ GUHERTIN'
Alinak anî ziman ku tevî 25 sal bi ser girtina wan re derbas bû jî di nava siyaseta dewletê de tu tiştek neguheriye û gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Duh me avêtin zîndanan. Îro jî parlamenterên HDP'ê diavêjin zîndanê. Heke ev yek wisa biçe dê sibê jî wek din parlamenterên kurd vê nobetê dewr bigire û biavêjin zîndanan. Divê êdî ji bo ev çarenûsa sed salî bê guhertin lazim em guhertinên mezin biafirînin."
MA / Adnan Bîlen