MÛŞ - Parlamenterê DEP'ê yê Mûşê û namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Mûşê Sirri Sakik, diyar kir ku 2'ê Adara 1994'an “Roja Şermê" ya siyasetê ye û wiha got: "Ji wê rojê heta niha politîkaya dewletê ya bingehîn a li ser siyasetê nehatiye guhertin."
2'ê Adara 1994'an, di dîroka siyaseta Tirkiye de wekî “Darbeya 2'ê Adarê" tê nasîn. Di 2'ê Adarê de Parlamenterên Partiya Demokrasiyê (DEP) li meclîsê hatin binçavkirin û hatin girtin. 25 sal di ser bûyerê re derbas bûn.
Parlamenterê DEP'ê yê Mûşê û namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Mûşê Sirri Sakik, 2'ê Adara 1994'an wekî “Roja Şermê" ya siyasetê pênase kir û wiha got: "Ji wê rojê heta niha politîkaya dewletê ya bingehîn a li ser siyasetê nehatiye guhertin."
‘ESKER Û BUROKRASIYÊ BI HEVRE FERMAN DAN'
Sakik, anî ziman ku wê demê li erdnîgariya Kurdan hem cînayetên kujer nediyar û hem jî şewitandina gundan pir zêde bû û wiha got: "Ji ber ku wê demê wekîlên DEP’ê ev cînayet anîn ziman li dijî wekîlan pêl li duymê kirin. Li ser daxwaza esker û burokratên wê demê destnedayinê wekîlan rakirin. Wê demê ji bo dengê me neyê bihîstin, bi lez û bez esker û broktar bûn yek û destnedayina me rakirin. Ji xwe berê jî çapemeniyê ev parve kiribû. Serfermandarê Artêşê yê wê demê Dogan Gureş bi Serokwezîr Tansu Çiller re hevdîtin kiribû. Çiller ev yek teyît kiribû û gotibû ‘Dogan paşa me fermana pêwist pêk anî'. Di wê dîrokê de 3 hezar û 500 guhd hatin valakirin û şewitandin. Nêzî 20 hezar kes di cînayetên faîlê nediyar de hatin kuştin. Hat gotin ku ew faîl kîne. Qêrîna me jî heye. Her kesî dizanibû em wekî koma wekîlên DEP'ê em di van mijaran de pir hasas bûn. Ji bo wê hesasiyet û hestiyarê ji holê rakin, bi lez û bez esker û brokratan ferman dan û destnedayîna me rakirin. Ji ber ku min û hevalên min daxuyanî dan çapemeniyê û ev rastiya li herêmê anî ziman destnedayîna me rakirin.
BIRYARA KOMÎSYONÊ LI BER ÇAVAN HETA GIRTIN
Dema me ev mijar li komisyona tevlihev anî ziman, komîsyonê der barê min de got 'Ne pêwiste 3 caran destnedayîn bê rakirin' û biryar dan. Lê bi fermana hin kesan dosyayên me anîn meclîsê û bi biryara meclîsê destnedayîna me rakirin. Bêyî zahmet bikin lêkolîn bikin, destê xwe bilind dikirin û biryara rakirina destnedayînê dan. Ji ber ku ji derve wisa ferman ji wan re hatibû. Serokwezîra wê demê got: ‘Ez bi darazê re axivîm. Demek berî demekê dawî li karê vanan bînin' Piştre li gel ku mafê me hebû em serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn bidin, Serokwezîra wê demê Tansu Çiller farman da û rê li pêş me girt. Meclîs ji vîna azad pêk nedihat."
PARLEMENTO DORPÊÇ KIRIBÛN'
Sakik, da zanîn ku ji ber wê serdemê meclîs hatibû dorpêçkirin, li dijî parlamento ku wekî vîna gel a siyasî tê zanîn rastî darbeya sivîl hatibû û wiha berdewam kir: "Esker û polîsan meclîs dorpêç kiribû. Hêj dosyayên destnedayîna me dihatin niqaşkirin Hevalê me Orhan Dogan û Hatip Dicle bi lez li dervê meclîsê bi erdê re kaş kirin û binçav kirin. Em 2 kes ji bo wê pêvajoyê şermezar bikin li meclîsê mabûn. Serokê meclîsê wê demê derketibû dervê welat. Cîgirê Serokê Meclîsê hebû. Wê demê hat em kom kirin û teslîmî TEM'ê û Dozgerê DGM'e kirin. Wê demê me çûn li dadgehê jî tişta me jê bawer dikir û diparast me dîsa anî ziman. Me baweriya xwe, fikra xwe lêgerîna heq û hiqûqê li dadgehê jî anî ziman."
‘EM BI FERASETA XWE DUBARE DIKE RE RÛ BI RÛ NE'
Sakik, bilêv kir ku parlamenterdek bi vîna gel tê hilbijartin û diçe meclîsê û wiha axivî: “Wekîlekî bi vîna gel hatibe meclisê divê pirsgirêk û daxwazên gel li meclîsê bîne ziman. Erka wî heye ku pirsgirêkên gel li meclîsê çareser bike. Wê demê yên pirsgirêka Kurd anîn ziman dengê wan hat qutkirin. Bi lez pêvajoya darazê dixistin meriyetê. Wê demê disa siyaseta kurd bi feraseta ku xwe dubare dike re rû bi rû bû. Wê demê li meclîsê destnedayîna me hat rakirin û me bûn şahidê gelek tiştan. Me gelek tişt vegot. Me nîşe li dîrokê xist. Me gotibû 'Kes nikare rê li pêş fikra pijiyayî bigire. Divê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Lê em bedelên giran didin. Em bawer dikin ku em mafdar in. Raste çar dîwarên beton li benda me ne. Pêvajoyek bi êş û jan heye. Em vê yekê zanin. Em dizanin dema em vegerin meclîsê hûn dê yek jî ne li vê meclîsê bin. Hûn dê di sergoyê dîrokê de bin.' Ew girtekên wê rojê hêj li meclîsê ne. Dema em dîsa vegeriyan meclîsê, wan kesên destê xwe ji destnedayîna me re rakirin îro yek ji wan tune ye."
‘BEDELÊN GIRAN HATIN DAYÎN, LÊ DERS DERNEXISTIN'
Sakik, herî dawî da zanîn ku bi amûrên şaş û kevn pêşeroj nayê avakirin û wiha bi dawî kir: "Lê îktîdar dîsa bi israr bi ruhê wê demê tev digerin. Li şûna şaredarên me yên hatin hilbijartin qeyûm tayîn dikin. Wekîlên hatin hilbijartin digirin. Em her dem di nava çerxa darazê de ne. 2'ê Adarê jî wisa bû. Îro dîsa ew pêvajoya berê dubare dibe. Qet ders ji wê demê dernexistine. Vê iktîdarê bê hiqûqiya ku di 2'ê Adarê de pêk hat û 10 salan berdewam kir ji holê rakiribû. Yanî biryarên DMME'ê xistin meriyetê û rêya azadiya hevalên me yên hatibûn girtin vekirin. Piştî 10 salan pêvajoyek nû dan destpekirin, lê îro dîsa serdema 2'ê Adarê berdewam dikin. Ger ku ew bedelên hatin dayîn ji bo demokrasiyê bûbûna ronahî, dê rewşa Tirkiye ne wisa bûya. Dê îro ji sedî 100 krîza aborî pêk nehatiya. Em dê hemû ji vê pêvajoyê rizgar bûbûna. Divê li şûna em 2'ê Adaran dubare bikin, divê em dijberî wê azadiyê pêş bixin.
Dive hikûmet guh bide biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME). Niha Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattin Demirtaş li gel biryara DMME girtî ye. Em nikarin qala daraza serbixwe bikin. Divê Tirkiye li gorî peymana navneteweyî guhdar bike û guh bide biryarên DMME'ê. Ji bo Tirkiye bibe welatê azad û aramiyê divê ked û têkoşînê bidin."
MA / Cemîl Ugur