STENBOL - Parlementera HDP’ê Dîlşat Canbaz Kaya, diyar kir ku 8’ê Adara îsal dê cuda derbas bibe û got: “A ku vê cudabûnê ava bike çalakiyên grevên birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hatin destpêkirine. Greva birçîbî ya Leyla Guven û girtiyan, dê bandora xwe li qadên 8’ê Adarê bike.”
Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Stenbolê Dîlşat Canbaz Kaya, derbarê çalakiyên greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guvan a ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan destpê kir û li tevahiya girtîgehan belav bû û pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, axivî.
Kaya, diyar kir ku ewê weke her salê, dê îsal jî 8’ê Adarê bi coşek mezin pêşwazî bikin û wiha got: “Emê 8’ê Adarê bi baweriya têkoşînê pêşwazî bikin. Di 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê de jinan bedelên giran dan. Ev qezencên me yên serekene. Xwedî li qezencên xwe derketin û ji bo ku em 365 rojên din jî, veguherînin van rojan, emê têkoşîna xwe bilintir bikin. Emê îsal jî hemû qadan bi rengên xwe tije bikin. Em di pêvajoyek civak hatiye tecrîdkirin re derbas dibin. Ji ber ku tecrîd her tim heye. Lê ev tecrîd bi OHAL’ê re hat zêdekirin û herî zêde jin ji vê tecrîdê bandor dibe. Mînak destpêkê sazî û komeleyên jinan bi KHK’an hatin girtin. Ji ber ku xwestin me ji qadan, ji têkoşînê dûr bikin û hepsî malan bikin. Ev tecrîde. Ji bo vê divê herî zêde em jin li dijî tecrîdê bêdeng nemînin û desgê xwe derbixin.”
‘MÎNAKA HERÎ MEZIN A TÊKOŞÎNÊ RÊHEVALA ME LEYLA YE’
Kaya, anî ziman ku 8’ê Adara îsal dê cuda derbas bibe û wiha bilêv kir: “A ku vê cudabûnê ava bike çalakiyên grevên birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hatin destpêkirine. Greva birçîbî ya Leyla Guven û girtiyan, dê bandora xwe li qadên 8’ê Adarê bike. Leyla Guven ji 100 roj zêdetire di greva birçîbûnê deye. Bêguman dê bandora vê li 8’ê Adarê bike. Em girîngiyê didin vê çalakiyê. Jineke ku bi vîna xwe dest bi çalakiyek wiha kir, ji hemû jinan jî girînge. Me jinan tim vîna xwe daniye holê û ji bo têkoşîn û serkeftinên mezin me gav avêtine. Mînaka herî mezin a têkoşînê rêhevala me Leyla ye. Daxwazên Leyla daxwazên mene.”
‘DIVÊ HEMÛ JIN DI 8’Ê ADARÊ DE LI QADAN BIN’
Kaya, da zanîn ku jin dê vê pêvajoyê hemûyê bidin berçavên xwe û wisan beşdarî 8’ê Adarê bibin. Kaya destnîşan kir ku bi rastî jî heq nayê dayîn, tê standin û wiha pê de çû: “Em çiqasê dengê xwe bilind bikin, emê ewqasê bihêz û birûmet bin. Dê berxwedana me mezin bibe û emê qezenc bikin. Ji ber vê yekê em dixwazin hemû jinan li qadên 8’ê Adarê bibînin.”
‘EM BI RENG Û ZIMANÊ XWE TÊKOŞÎNÊ HEVPAR BIKIN’
Kaya, bang li jinan kir ku di 3’yê Adarê de, li Qada Azadî ya Bakirkoyê beşdarî mîtîngê bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heya ku em jin mil bidin milê hev û li kêleka hev rawestin, wê demê emê karibin faşîzmê têk bibin. Em dest ji piştevaniyê bernedin. Em bang li hemû jinan didin ku bi reng û zimanên xwe ji bo têkoşînek hevpar dengê xwe bilindtir bikin.”
MA / Necla Demîr