RIHA – Serokê Şaxa Odeya Plansazkarên Bajêr Selîm Açar, diyar kir ku li Rihayê veguherîna bajêr, veguheriye "veguherîne rantê". Açar, destnîşan kir ku li deverên ku tenê destûra îmarî 2 qat e, şaredarî di bin navê bexşê de destûra 4 qatan dide.
Serokê Şaxa Odeya Plansazkarên Bajêr Selîm Açar, polîtîkayên Şaredariya Mezin a Rihayê ya AKP'î û şaredariyên navçeyên navednî nirxand û got, divê ji sedî 60'ê navenda bajêr demildest bê veguherandin. Açar, bilêv kir ku li Rihayê di veguherîna bajêr de kêşmekêşî heye.
'PIRSGIRÊK ZÊDE DIBIN'
Açar, destnîşan kir ku li Rihayê devereke ku bêjin bi veguherîna bajêr hatiye çêkirin û qadên nû yên jiyanê hatien çêkirin tune ye. Açar, diyar kir ku li Tirkiyeyê, veguherîna bajêr veguheriye veguherîna rantî. Açar, anî ziman ku divê veguherîne tenê ne avahiyan, jiyana li wir jî di xwe de bihebîne.
Açar, bilêv kir ku di 15 salên dawî de li Rihayê veguherînek çênebûye û got: "Ev nayên kirin, lê bi ser de di bin navê aştiya îmarê de pirsgirêk zêde dibin. Li gorî beyana welatiyan û li gorî dayîna pereyan, ger avahiyên qaçax bibin xwedî statuyeke qanûnî wê di pêşerojê de ji bo qada endezyariyê bibin cihê pirsgirêkên mezin. Ev avahiyên qaçax, li gor awayekî statîk, mîmamrî û plansaziyî nehatine çêkirin. Ji bo peydakirina çavkaniyan, ewlehiya jiyana mirovan piştguh kirin. Xwedê neke, ger erdhejek çêbibe wê li Rihayê ji ber van avahiyên qaçax gelek eks bimirin. Mixabin li welatê me jiyana mirovan pir erzan e. Lê hîn jî bi derengî neketiye. Divê dewlet davine cidî bavêje."
‘LI DIJÎ QANÛNÊ YE'
Açar, da zanîn ku şaredariyên AKP'î yên navçeyên navendî Halîliye û Eyyubiyeyê, li deverên ku destûra îmarî 2 qat an jî sê qatên, di bin navê teberrûyê (bexş) de destûra qatên qaçax dide û got: "Tişta ku şaredarî dikin li dijî qanûnê ye. Di plansaziyê de ew der 2 qat xuya dikin, lê belê avahiya hatiye çêkirin 4 qatî ye. Ev tê wateya ku şaredarî destûra çêkirina qatên qaçax dide. Şaredarî destûrê bide jî, li gor rewşa projeya îmarê, projeya wir li gor 2 qatan tê çêkirin. Wexta proje li gor du qatan bê çêkirin û hûn rabin li ser statîka 2 qatan, barê 4 qatan bar bikin wê bibe cihê talûkeyeke mezin. Di vî warî de em welatiyên xwe hişyar dikin. Divê nekevin qatên li dijî rewşa îmarê û qaçax. Bi vî awayî şaredarî bi destê xwe karê derî qanûnî dike."
‘ÎHMALKARIYÊ DIKIN'
Açar, destnîşan kir ku ev bêhiqûqîtî hem ewlehiya mirovan dixe xetereyê hem jî di warê qadên jiyanê û bajarsaziyê de dibe sedema pirsgirêkên mezin. Açar, da zanîn ku wexta li deverekê îmar du qat be, divê her tişt li gor wî 2 qatî bên eyarkirin. Açar, bilêv kir ku qada hêşîn, qada civakiyî, qada tenduristiyê, qada tesîsên civakiyî û dibistanan li gor 2 qatan tê eyarkirin û got: "Eger em li devereke ku di îmarê de 2 qat be û em rabin avahiyeke 4 an jî 6 qatî çêbikin, hejmara polê 30 kes be, vê carê divê hejmar bibe 90 kes. Yanî wê dibistan jî têr neke. Niha li Rihayê herî zêde kêmasiya perwerdehiyê li navçeya Eyyubiyeyê ye. Ev, ji ber polîtîkaya şaş a şaredariyê pêk tê. Ev hemû girêdayî hevdu ne. Sedema van pirsgirêkan, ji ber îhmalkariya şaredariya ne. Ger wisa dewam bike wê veger ne mimkun be."
Açar, destnîşan kir ku ji ber vê navçeyên navendî bi awayekî bêhevseng û bêkontrol mezin dibin.