RIHA - Namzetên HDP'ê yên hevşaredariya Cirnê Reş Bişar Tuysuz, destnîşan kir ku Cirnê Reş ji jiyana aborî, civakî û siyasî hatiye mehrûmkirin, lê ew soz didin ku ew ê Cirnê Reş veguherînin bihûştê.
Li navçeya Cirnê Reş a Rihayê, xebatên ji bo hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê bênavber didomin.
LI HERÊMÊ EWILÎ JIN LI CIRNÊ REŞ HATIBÛ HILBIJARTIN
HDP'ê li Cirnê Reş, Bişar Tuysuz û Sîbel Sutpak kiribû namzet. Lê ji ber dozeke der barê Sîbel Sutpakê de bi lez hat pesendkirin û 2 sal û 4 meh ceza lê hat birîn, namzetiya wê betal bû. Li şûna Sutpak, Meral Balter bû namzet. Balter, keça Emîne Haciyûsûfoglû ye. Di sala 1979'an de li navçeyê sê jin bibûn encûmenê şaredariyê û yek ji wan jî Haciyûsûfoglû ye.
BI 4 ZIMAN Û 3 ZARAVAYAN DIZANE
Namzet Bişar Tuysuz, di sala 1980'yî de ji ber sedemên siyasî çûye Swêdê û di sala 1986'an de jî vegeriyaye Tirkiyeyê. Tuysuz, diyar kir ku wî navê xwe ji navê serokê konfederasyona eşîrên kurd Bişarê Çeto girtiye. Tuysuz, li Zanîngeha Stockholê Beşa Teknîka Motorê xwend û piştî vegeriyaye warê xwe dest bi bazirganî û siyasetê kir. Tuysuz, bi zaravê kurmancî, kirmanckî û soranî dizane û bi swêdî, norwecî, dancayî û îngilîzî jî dizane.
'CIRNÊ REŞ HAT ÎHMALKIRIN'
Tuysuz got: "Bi salan li Swêdê mam. Lê tu carî min pêwendiya bi welatê xwe re qut nekir. Li derveyîw elat tim difikirîm 'ez ê ji bo gelê Rihayê, ji bo Cirnê Reş dikaribim çi bikim? Di vî warî de tev geriyam. Wexta vegeriyam, min dît ku bê gelê me çi qasî hatiye îhmalkirin. Wexta mirov wir û vir dide ber hev, kêmasî pir in. Ji ber vê min xwest ji bo warê xwe xizmetê bikim. Gelek kêmasiyên navçeyê hene. Kêmaniyên pergalê hene. Ji bo Cirnê Reş paşdemayî bimîne, ji destê pergalê çi hatiye kiriye."
ÎSTIHDAM
Tuysuz, destnîşan kir ku gelê Cirnê Reş ji warê aborî, civakî û siyasî hatiye mehrûmkirin û got: "Şaredarî, tenê ne karê paqijiyê ye. Beriya her tiştî divê birçîbûna li navçeyê ji holê bê rakirin. Birçîbûn, bi îstihdamê tê çareerkirin. Îstihdam jî bi aboriyê pêk tê. Ji roja ku hatime, bi esnafan re diaxivim. Niha saet 3'yê esir e, lê hîn jî hin esnaf serfetih nekirine. Çima? Çimkî di bêrîka gel de pere tune ye. Divê mirov rastiyên bi vî rengî bilêv bike. Ev kurê xaleta min, ev ehbabê min, ev ji eşîreta min e. Ji dêvla propagandayên wisa, em bi projeyên HDP'ê hatin. Ji van projeyan a sereke, çareserkirina pirsgirêka aborî ye, afirandina îstihdamê ye. Di vî warî de derfetên şaredariyê hene. Bi salan pereyên şaredariyê belaheq hatin xerckirin. Bi wî pereyî mirov dikare salê herî kêm 200 kesî bike xwedi kar."
'ÊDÎ BES E'
Tuysuz, xwest gelê Cirnê Reş vîna xwe radestî kesên pêbawer bike û got: "Ji sektora tekstîl û pêlavan bigire, bi awayekî fason gelek derfetên kar hene. Dipirsin, wê şaredarî çawa bikaribe evana hemûyan pêk bîne. Ma çi nikaribe. Bi wî pereyê beredayî tê xerckirin, dê tu kes betal nemîne. Em vî sozî didin navçeyê. Li Stenbol û Dîlokê, hevdîtin gelek fabrîkeyan re çêkir. Em dikarin bi awayekî fason bixebitim. Ji bo em li navçeyê çend fabrîkeyan çêbikin, wê piştgiriyê bidin me. Wê bi vî awayî pirsgirêka îstihdamê bê çareserkirin."
'WÊ CIRNÊ REŞ BIBE BIHIŞT'
Tuysuz, destnîşan kir ku wê gelê Cirnê Reş bi vê hilbijartinê ji bo 5 salan vîzeyekê bide. Tuysuz, anî ziman ku divê vîzeyê nedin kesên nelirêtiyê dikin û ew soz didin ku bi vê vîzeyê ew ê nelirêtiyê ji holê rabikin û pereyê beredayî hatiye xerckirin dawî li nepaqijkirina kuçe û kolanên Cirnê Reş bînin. Tuysuz got: "Divê êdî vîzeyê nedin vê nelirêtiyê, vê bêîmartiyê. Bila vîzeyê bidin Cirnê Reşeke pirprojeyî û paqij. Em ê piştgiriyê ji derveyî welat jî bigirin. Welatên ez jê hatim, dostên min soz dan me. Gotin em ê ji Swêdê piştgirî bidin Cirnê Reş. Em ne alîgirê tu tîmê ne. Bila gelê Cirnê Reş çarenûsa xw etayîn bike û raya xwe bidin kesê pêbawer. Ez hewl bidim ku Cirnê Reş bibe bihiştek."
MA / Arjîn Dîlek Oncel