MÛŞ – Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxandin û got: "Çalakiyên greva birçîbûnê, nîşan didin ku li welat hiqûq tune ye."
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyîgît, çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxandin. Koçyîgît, destnîşan kir ku çalakî nîşan didin ku li Tirkiyeyê hiqûq nemaye û got: "Li welatekî mirov ji bo dengê xwe ragihînin bedena xwe bidin ber birçîbûnê. Ev yek nîşaneya ku li wî welatî heq, hiqûq, edalet, wekhevî, demokrasî tune ye. Li Tirkiyeyê dîmeneke bi vî rengî heye."
‘ÎKTÎDAR RÊZÊ NÎŞANÎ HIQÛQÊ NADE'
Koçyîgît, destnîşan kir ku li girtîgehan û li tevahiya qadên jiyanê maf tên binpêkirin û got: "Her roj mirov bi hincetên sûkî tên binçavkirin, girtin, tên îşkencekirin û ji kar tên avêtin. Mafên bingehîn tên astengkirin. Mînaka herî aşkere jî Îmralî ye. Çalakiyên greva birçîbûnê, nîşan didin ku li welat hiqûq nemaye û îktîdar rêzê nîşanî hiqûqa xwe û edaletê nade."
GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ
Koçyîgît, bilêv kir ku ji ber rêyên diyalogê hatine girtin tenê awayekî çalakiyan maye û ew jî grevên birçîbûnê ye. Koçyîgît got: "Hemû rêyên xweîfadekirinê girtî ne. Li meclîsê bi hezaran carî me tecrîd xist rojevê. Hevserokên me yên giştî tim tecrîdê dixin rojevê. Lê hîn jî gav nehatine avêtin. Hevala me Leyla Guven û girtî û kesên li gelek deverên cîhanê ketine greva birçîbûnê dixwazin dengê xwe ragihînin. Dixwazin tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe."
‘ÎKTÎDAR BI XWÎN Û PEVÇÛNÊ LI SER PIYA YE'
Koçyîgît, destnîşan kir ku pirsgirêka herî girîng a welat bi polîtîkayên ewlehîparêz nayê çareserkirin û got: "Serfermandarên berê rapor amadekirin ku pirsgirêka kurd bi polîtîkayên ewlehîparêz nayê çareserkirin. Di Newroza 2013'an de Birêz Ocalan bang kir û piştî vê pêvajoya çareseriyê heta 2015'an dewam kir. Ev pêvajo rastiye nîşanî me dide. Êdî hemû gel dizanin ku ev pirsgirêk bi polîtîkayên ewlehîparêz nayê çareserkirin. Divê pirsgirêk bi rêyên demokratîk li Meclîsê bê çareserkirin. Hem gelê kurd hem jî gelê Tirkiyeyê bi hisreta aştiyê ye." Koçyîgît, destnîşan kir ku hewl dide bi xwîn û pevçûnan li ser piya bisekine.
‘AŞTÎ HATIYE TECRÎDKIRIN'
Koçyîgît, destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirgirêkê pozîsyona Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pozîsyoneke girîng e û got: "Komara demokratîk û neteweya demokratîk ku Birêz Ocalan derxist holê, tenê kurdan nahebîne. Hemû gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn dihebîne. Tenê ne paradîgmaya Ocalan, hewldanên wî yên di pêvajoya aştiyê de jî ji bo jiyaneke demokratîk çareseriyê berpêşî gelên Tirkiyeyê dike. Loma tecrîda li Îmraliyê tenê ne li ser kesekî ye. A rast ji 5'ê Nîsana 2015'an ve pêvajoya çareseriyê hatiye tecrîdkirin. Yanî aştî hatiye tecrîdkirin. Bi vê tecrîdê naxwazin banga Ocalan a ji bo aştiyê bigihêje gelan. Ji ber vê em dibêjin, divê demildest dawî li tecrîdê bê."
‘CIVAK TÊ TECRÎDKIRIN'
Koçyîgît, diyar kir ku îktîdar tiştên li civakê ferz dike pêşî li Îmraliyê pêk tîne û got: "Tecrîd û pêkanînên pêşî li girtîgehên Tirkiyeyê ketin dewrê û paşê li civakê hatin ferzkirin. Niha tecrîd tenê ne li Îmraliyê, li hemû qadên jiyanê tê pêkanîn. Mirov nikarin fikrên xw ebilêv bikin, nikarin bi awayekî azad dakevin kuçeyan, ji ber fikrên xwe tên girtin. Rewş ev be, mirov nikare behsa azadiyê bike. Tecrîd tenê ne hepskirin ali odeyekê ye. Polîs li for parlementeran bariye çêkirin û nehiştin gel wan bibînin. Ev tecrîd e. Navenda tecrîdê Îmralî ye û ev li tevahiya civakê tê sepandin. Em dixwazin demildest ev tecrîd bi dawî bibe."
MA / Cemil Ugur