ENQERE - Mehmet Akbay ê ji girtîgeha Mûşê hat sirgûnkirin, têkildarî tundiya li dijî xwe name nivîsand û diyar kir ku bi şev di ser odeya wan de girtin û destên wan li pişt wan kelepçe kirin û bi pîcemeyan hemû li ringê siwar kirin û sirgûnê Îzmîrê kirin.
Girtî Mehmet Akbay ê ji Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê, sîrgûnî Girtîgeha Tîpa T a Odemîşê hat kirin, têkildarî tundiya li dijî wan pêk hat bi namemeyekê vegot. Akbay, di nameyê de anî ziman ku şev nîvê şevê bi ser odeya wan de girtin û bi pîcemayan ew sirgûn kirin û wiha nivîsand: “Di 2’yê Cotmaha 2017’an de bi çekan bi ser qawîşa me de girtin û dest bi lêgerînê kirin. Girtîgeha Mûşê tê vale kirin. Girtiyan bi pîcemeyan ve sirgûnê girtîgehên bajarên din dikin.”
‘EM BI PÎCEMEYAN SÎRGÛN KIRIN’
Akbay, diyar kir ku 16 girtiyên li dijî rêbaza lêgerînê derketin, di heman şeve de hatin sîgûnkirin û wiha got: “16 hevalên me di heman şevê de sîgûnî girtîgehên herêma Karadenîzê hatin kirin. Piştî çar rojan di 6’ê Cotmehta 2017’an de saet 03:30 şevê di ser odeyan de girtin û lêgerîn pêk anîn. Vê carê destên me paşve kelepçe kirin û em li wesayîta ringê sîwar kirin. Destûr nedan em alavên xwe bi xwe re bînin. Bi pêcemeyan bi awayekê tazî, bi darê zaro em sîwarî ringan kirin.”
'EM 52 KES SIRGÛN KIRIN’
Akbay, destnîşan kirin ku bi 52 girtiyan re sirgûnî girtîgehên cûda hatin kirin û wiha pê de çû: “Piştî 12 girtî li Enqerê danîn, em 40 kesên din anîn Îzmîrê. Em 4 kes Haşîm Aslan, Yadîgar Akman, Mesut Akbay û Mehmet Akbay anîn Girtîgeha Tîpa T a Odemîşê. Hevalên me yên din birin girtîgeha Şakaranê. Agahiyê me ji hevalên me yên din tuneye.”
GIRTÎGEHA KOCAELÎ
Ergul Çîçekler ê li Girtîgeha Kocaelî jî, diyar kir ku di 27’ê Cotmehê d komek gardiyan di ser odeya wan de girtin û tiştê jiyan wiha vegot: “Hevalê me Musa Karataş bi erdê re kaşkirin û birin. Destûr nedan derman û alavên xwe bi xwe re bibe. Em 4 kesên mayîn jî bi hinceta ‘Li dijî sîrgûnê li ber xwe dayîn’ derbarê me de lêpirsîn vekirin. Navê hevalên me yên bi Musa Karataş re bi darê zorê sîrgûn kirin û em ji wan agahî nakirin wihane, Kemal Taka, Fîkret Kara, Mehmet Alî, Mehmet Guneş, Malîk Koparan, Yucel Acer, Ozkan Kekeç û Gokhan Altay in. Li me re gotin hevalên me birine Girtîgeha Tîpa T a Îzmîrê, lê baweriya me bi vê agahiyê nayê.”
30 KES ŞANDIN GIRTÎGEHA XERPÊTÊ
Çetîn Altan ê ji Girtîgeha Xerpêtê name şand jî, di nameya xwe de ev agahî nivîsandin: “Di meha Tirmehê de 30 girtî ji Gunuşhanê anîn Xerpêtê. 11 kes şandin Girtîgeha Hejmara 1 a Xerpêtê û 19 kesên jin jî şandin Girtîgeha Hejmara 2 a Xerpêtê. Gava em sîgûn kirin, alavên me nedan me. Navê kesên ku bi min re hatin sîgûnkirin wihane, M. Salîh Erden, Beyar Ugurlu, Tahîr Temel, Kasım Sozen, Mustafa Geylanî, Adnan Çakî, Azad Çîçga, Mahmut Çakmak, Emîn Dogan û Necat Tanış in."
HINEK JÊ ŞANDIN TARSUSÊ
Girtiyê bi navê Denîz Ozdemîr ku tiştên li Girtîgeha Tarsusê jiyan wiha vedibêje: “Ji Girtîgeha Tîpa E Mûşê Omer Çelîk, Şîfa Erdogan û Perver Bîrsîn anîn Girtîgeha Hejmara 3 a Tîpa T a Tarsusê. Zulkuf Gumgum û Murat Kiziltaş jî şandin Girtîgeha Tarsus ê. Ji Girtîgeha Antalyayê Mesût Îşbîlîr jî şandin Girtîgeha Tarsusê. Dema ez jî ji Girtîgeha Edeneyê sîgûnê vir kirim, dest danîn ser radyoya min û carek din nedan min. Îdîa dikin ku Wezîrê Dadê ev biryar daye.”