ÊLIH - Rêxistina HDP'a Êlihê Namzetê Hevşaredariya xwe ya Êlihe Dr. Mehmet Demîr bi civînek çapemeniyê da nasîn.
Lîjneya Hilbijartina Êlihê namzetiya hevşadariya HDP'ê yê Êlihê Sabrî Ozdemîr red kiribû. Li ser vê yekê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê, Namzetê Hevşaredariya xwe ya Êlihe Dr. Mehmet Demîr diyar kir. HDP'ê bi civînek çapemeniyê Demîr da nasîn. Civîn li avahiya HDP'ê ya Êlihê pêk hat. Namzetên Hevşaredariya HDP'ê yên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr, Parlamenterên HDP'ê yên Êlihê Ayşe Acar Başaran, Dr. Necdet Îpekyuz û Mehmet Ruştu Tiryakî beşdarî civînê bûn.
'RAMAN ESAS E'
Namzetê Hevşaredariyê Mehmet Demîr di civînê de axivî û destnîşan kir ku ew wek hekîman jiyanê diparêzin û xwest daxwaza Leyla Guven demildest bê pejirandin. Demîr bal kişand ser biryara Lîjneya Hilbijartinê ya ji bo Sabrî Ozdemîr da û got: "Tirkiye hatiye astek bêhiqûqiyê. Qeyûmên tayîn kirin çawa bêhiqûqiye redkirina namzetiya Ozdemîr jî wisa bêhiqûqiye. Tiştek ku vê desthilatdariyê fêm nekiriye heye. Ew jî ev e ku di vê partiyê de ne kes raman esas e." Demîr got Êlih ya wan e û ew ê di hilbijartinê de bi ser bikevin.
'EM Ê BI SER BIKEVIN'
Nameta Hevşaredariyê Songul Korkmaz jî axivî û got: "Biryara ji bo Sabrî Ozdemîr bêhiqûqiye. Li Êlihê her kolan û her mirov me bi dilgermî pêşwazî dike. Tekez em ê bi ser bikevin."
Korkmaz banga vekirina buroya hilbijartinê ya dê di 2'ê Adarê de saet li 13.00'an li ber Nexweşxaneya Yaşamê bê vekirin jî li gelê Êlihê kir.