AMED - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî di civîna eşkerekirina rapora qeyûman de axivî û got: "Polîtîkayên qeyûman komkujiyên Zîlan û Dersimê bi bîr dixe. Em ê pêşiya komara demorkatîk vebikin. Em ê kampanyayek bi hêz hilbijartina herêmî birêve bibin. Em ê Tirkiyeyek alîgiriya demokrasî û aştiyê ava bikin."
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi beşdariya Hevserokê Giştî Sezaî Temellî, parlamnterên HDP'ê, pêkhateyên îtîfaqa Kurdîstanî a hilbijartinê, namzetên hevşaredariyên HDP'ê yên bajar û navçeyan, nûnerên rêxistinên civakî û rêveber û endamên HDP, DBP, KCD, TJA û Meclîsa Ciwanan raporên kirinên qeyûman li otelek li navçeya Sûrê ya Amedê bi raya giştî re eşkere kir.
Pankartên têkildarî qeyûman û tecrîdê li salonê hatin daliqandin. Sînevziyona kirinên qeyûmên tayînî şaredariyan hatin kirin dan pêşandan.
'HEMÛ GEL DILPAK IN'
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî di civînê de axivî û wiha got:
“Em îro li vir rapora kirinên qeyûman bi raya giştî ya Tirkiyeyê re parve dikin. Di esasê xwe de em ê îro tabloya şermê teşhîr bikin. Em ê kirinên qeyûman ên li ser gel eşkere bikin. Em ê kirinên qeyûman yên li dijî gelên qedîm ên herêmî bi we re parve bikin. Qeyûmên heqaret li gelê kurd û gelan dikin û ji bo di wîjdanê gel de bên darizandin em ê wan eşkere bikin. Qeyûm ne dilpak in û hemû gelên li ser vê axê dijîn dilpak in. Em ê di demek kin de dawî li zilma qeyûman bînin. Em ê di 31'ê Adarê de Tirkiyeyê ji vê şermê rizgar bikin.
TECRÎD BÊHIQÛQIYA LI TIRKIYÊ FERZ DIKE
Yek ji rojevên girîng tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan e. 20 sal in tê tecrîdkirin. Tecrîdkirina Birêz Ocalan bêhiqûqiya li Tirkiyeyê tê ferzkirinê ye. Li dijî vê bêhiqûqiyê îro ji girtîgehan deng bilind dibe. Çalakiya Hevseroka KCD'ê û parlamentera me Leyla Guven a li dijî vê neheqiyê di roja 113'emîn de ye. Hevalên me bi bedenên xwe li dijî tecrîdê derdikevin. Em carek din li vir bang li Wezareta Dadê û îktîdarê dikin demek beriya demekê dawî li vê bêhiqûqiyê bînin û bila Birêz Ocalan dikaribe bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.
28'Ê SIBATÊ DÎROKEK GELEK KRÎTÎK E
Îro salvegera darbeya postmodern a 28'ê Sibata 1997'an û Mutabakata Dolmabahçeyê ya 28'ê Sibata 2015'an e. 28'ê Sibatê roja ku xalên Mutabakata Dolmabahçeyê hatin eşkerekirin e. Dîrokek gelek krîtîk e. Mutabakata Dolmabahçeyê di bîra gel de hatiye bicihkirin.
SEROKKOMAR DI DERDÊ DABEŞKIRINA WELAT DE YE
Serokkomar di derdê ku welat bike du beşan de ye. Dixwaze welatek dabeş bike. Dabeşkirina welat ji dabeşkirina gelan dest pê dike. Li ser dijminahiya kurdan gelan dabeş dike. Ji bo em destûrê nedin vê yekê em bi hemû hêz û enerjiya xwe li dijî vê li ber xwe didin. Ji bo em destûrê nedin vê em ê di hilbijartina 31'ê Adarê de em ê gavek bi hêz biavêjin û em ê vê herikînî bidin rawestandin. Ev jî berpirsyariya me ye.
JI SEDÎ 50 ÎRADEYA GEL HATIYE XESPKIRIN
Di esasê xwe de îradeya welat a ji sedî 50 zêdetir hatiye xespkirin. Niha derketine û ji 'bekaya dewletê' behs dikin. Em bi îktîdarek ku êrîşî bekaya welat dike re rû bi rû ne. Çimkî yên bekaya welat ava dikin gelên welat in. Gel heyîna îradeya siyasî ya welat diyar dikin. Heke gel carek din me wek îradeya xwe destnîşan bike û hûn tune bihesibînin wê demê hûn wî welatî ber bi tariyê ve dibin.
POLÎTÎKAYA QEYÛMAN KOMKUJIYA ZÎLAN Û DERSIMÊ TÎNE BÎRA MIROVAN
Roj hatiye Plana Islahatê ya Şarkê jî derketiye pêşiya me. Em ji Plana Islahata Şarkê ya 1925'an heta îro hatin. Em dibînin ku dewlet li dijî gelê kurd dijminahiyek çawa pêk aniye û di neçareseriyê de israr kiriye. Di esasê xwe qeyûmên em îro bi wan re hevrû mane, komkujiyên Zîlan û Dersimê tîne bîra mirov. Hemû polîtîkaya tunekirina gelê kurd tîne bîra mirov. Zilma dewletê ya sed salî tîne bîra me. Em dibînin ku AKP vî aqilê dewletê temsîl dike. Plana têkbirinê ya AKP'ê ku di serdema pêvajoya çareseriyê de xist meriyetê tîne bîra mirov.
QEYÛM DIJMINAHIYA KURDAN Û JIYANÊ DIKIN
Qeyûm tenê ne dijminên gelê kurd in, di heman demê de dijminên jiyanê ne jî. Ji roja qeyûman îradeya gel xesp kirine jiyanê jî xistine hedefa xwe. Gelek belgeyên wan di destê me de hene û em vê raporê li her deverê eşkere bikin. Qeyûman her deverê talan kiriye û mal û milkên gel yanî şaredariyê firotine. Firotina mal û milkên şaredariyên Peyas û Wanê mînakên vê yekê ne.
'EM Ê DEMORKASIYA XWECIHÎ AVA BIKIN'
Em ê di 31'ê Adarê de tenê bi paş de sitendina şaredariyên xwe re bi sînor nemînin. Jixwe we di sînevziyonê de jî dît, avahiyên şaredariyê naşibin şaredariyê. Bi maşîneyên zirxî û polîsan hatiye dorpêçkirin û veguherandine karakolan. Em ê carek din ji nû ve van avahiyan veguherînin avahiyên şaredariyê ya gelê xwe. Em ê bi bi serketina şaredariyan tenê nemînin, em ê di rêveberiya herêmî ya şaredariyan de bên îktîdarê. Em ê xwe û bajarên xwe birêve bibin. Em ê kavilkirina qeyûman paqij bikin û em ê demokrasiya xwecihî ava bikin. Demokrasiya xwecihî îro pêdiviya Tirkiyeyê ya lezgîn e.Em ê pêşiya komara demorkatîk vebikin. Em ê kampanyayek bi hêz hilbijartina herêmî birêve bibin. Em ê Tirkiyeyek alîgiriya demokrasî û aştiyê ava bikin."