NAVENDA NÛÇEYAN - Xebatên HDP'ê yên hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê berdewam dikin. Li Cizîrê, ji bo hevdîtina gel a Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan beşdar bibe, bang hat kirin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) lez da xebatên xwe yên hilbijartina herêmî. HDP’iyan li gelek navend û bajaran bi gel re kom bûn û rêxistinên civaka sîvîl ziyaret kirin. HDP’iyan di serdan û civînan de feraseta xwe ya rêveberiyên herêmî vegotin. Di axaftinên hatin kirin de, behsa çalakiyên greva birçîbûn ên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin destpêkirin.
ŞIRNEX
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî, lezdan xebatên xwe yên hilbijartinê. HDP’iyan li Taxa Nûr a navçeyê welatî ziyaret kirin. Namzetên Hevşaredariya HDP’ê Bêrîvan Kûtlû û Mehmet Zirig di serdana kirin de, bang li welatiyan kirin ku sibe saet 14.00 beşdarî vekirina buroyê ya li taxê bibin. Di serdanê de hat diyar kirin ku Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî dê beşdarî vekirina buroyê bibe.
Welatiyên HDP’î bi nîşaneyên serkeftinê pêşwazî kirin, diyar kirin ku ewê bi hêzek mezin beşdarî vekirin bûroyê bibin.
MELETÎ
Namzetê Hevşaredariya HDP’ê ya Bajarê Mezin ê Meletiyê Yûsûf Bozkûş û namzetê Hevşaredariya Battalgazî Huseyîn Kiliç, Şaxa Egîtûm Senê ya Meletiyê ziyaret kirin.
Serokê ŞAxa Egîtîm Senê Kazim Albayrak di serdanê de axivî û wiha got: “Di hilbijartinan de, ew piştgiriyê didin şaredartiyek demokratîk û gelparêz. Desthilatdariya AKP-MHP’ê qadên jiyanê sabote dike. Li dijî vê yekê emê piştgirî bidin, şaredartiyek alternatîf.”
Namzetê Hevşaredariya HDP’ê ya Bajarê Mezin ê Meletiyê Yûsûf Bozkûş jî, diyar kir ku xwedî feraseta şaredartiyeke civakî, ciwan, jin, meclîsên taxan, konseyên bajêr û beşdarvanin.
BÛRSA
Rêxistina HDP’ê ya Bûrsayê jî, di çarçoveya hilbijartinê de xebatên xwe berdewam kirin. Di civînên bi gele re yên li hemû navçeyên Bûrsayê hatin lidarxistin de, derbarê çalakiyên greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û girtiyên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan destpê kirin, nîqaş hatin kirin