QERS - Namzetê Hevşaredariya Qersê Ayhan Bîlgen, di civîna nirxandian hilbijartinê ya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr de axivî û bang li namzetên partiyên din kir ku malhebûna xwe eşkere bikin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Qersê, bi tevlîbûna Namzetên Hevşaredariya Qersê Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca, civîna nirxandina hilbijartinê li dar xist. Civîn li avahiya bajêr hat lidarxistin. Bîlgen di civînê de axivî û diyar kir ku wan di dema kampanyeya hilbijartinê de îdîayên partiya xwe danîne holê.
Bîlgen, anî ziman ku dema wan îdîayên xwe danîn holê, partiyên din hin rexne li wan kirin û wiha got: “Ev nêzî du heftane li vî bajarî, derbarê lîsteya endamên meclîsê yên me de rexne hene. Partiyên din tişta ku rexne dikin me ji Iraqê ji bo Qersê endamên meclîsê anîne. Dema mirov rexne dike, mirov hinek cîdî dibe. Ji ber bavê hevalekê me, cihê ji dayîk bûna wî weke Iraqê hatiye nîşandan. Hinek kes dibêjin ku, ji ber me li vê derê endamên meclîsê ne dîtine, me ji derve endamên meclîsê anîne. Ev yek dide nîşandan ku çawan bêçare û bê delîlin.”
‘PIŞTÎ QEZENCKIRINÊ, ÎDÎAYÊN DÊ BIÇE NE RASTINS’
Bîlgen, anî ziman li bajêr propagandeya “HDP dê qezenc bike, lê Ayhan Bîlgen dê bajêr terk bike” tê belav kirin û wiha bilêv kir: “Piştî hilbijartin hat qezenckirin û şûnde, tu rastiya van îdîayan namîne. Ji xwe wê demê divê em parlementerî û mazbatayên xwe danîn û şaredariyan ji gel re bihêlin. Emê îro bang bang dikin, kesên namzetê vî bajarîne û dixwazin vî bajarî bi rêve bibin, bila malhebûna xwe eşkere bikin”
‘ŞAREDARIYÊ WEKE PARIYEK MEZIN DIBÎNIN’
Bîlgen, da zanîn ku di siyasete de bêguman, qezenca şexsî parçeyekê exlaqê siyasiye û wiha bilêv kir: “Bila namzetên vî bajarî malhebûna xwe eşkere bikin. Emê wê demê bibin ku ka kî hez ji welat û hez ji mal û milk dike. Em du namzetên hevşaredariyê amadene ku malhebûna xwe eşkere bikin. Ji xwe malhebûneke me ya em di çand saniyan de eşkere bikin heye. Yên ku vî bajarî dixwin, hemû jiyana xwe kirine qûrbanê mal û milk, vê şaredariyê jî ji bo xwe weke pariyek mezin dîtine. Ji bo vê yekê em bang dikin. Em dixwazin hemû bajar vê yekê zanibin.”
‘ADRESA GUHERTIN Û VEGUHERTINÊ HDP YE’
Piştî axaftina Bîlgen Namzeta Hevşaredariya HDP’ê yê Şevîn Alaca jî axivî û wiha got: “Gelê Qersê, dixwaze dinava şert û mercên mirovî de bijîn. Em jî ji bo vê daxwaza gel bi cih bibînin, derketin rê. Em armanc dikin ku şaredartiya gel ava bikin. Adresa guhertin û veguhertinê HDP ye. Gelê Qersê jî, dizane ku adres HDP ye û di ferqa vê deye. Emê xebatên şaredartiyê bi jinan re bi rêve bibin. Ev rewş, bi jinên Qersê re kelecaniyek mezin avakiriye.
Piştî axaftina hat kirin, civîn bi dawî bû.