ERZIROM - 15 kesên duh û îro li navçeya Tatosê ya Erziromê di binçavan de ne li 4 karakolên cuda tên ragirtin.
Li Navçeya Tatosê ya Erziromê duh û îro di serde girtinên malan de 15 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin li 4 karakolên cuda yên Erziromê tên ragirtin. Hat zanîn ku birayra nepen danîne ser dosyeya 15 kesên binçavkirî. Ji 15 kesan 5 jê li TEM'a Erziromê, 2 jê li Karakola Yenîşehîrê, 4 jê li Karakola Gurcukapiyê û 4 jê jî li Karakola Golbaşiyê tên ragirtin.
Navên kesên duh û îro hatin binçavkirin wiha ne: "Şenol Suvarîoglu, Ferhat Gul, Suat Kanmaz, Abdullah Kanmaz, Ozhan Seyhan, Onder Uzun, Zekariya Kaldir, Çengîz Kaldir, Ahmet Sayan, Murat Îba, Vahdettîn Îba, Budak Koçak, Selamî Çavuş, Engîn Gurhan û Erdal Akkuş.”