ŞENGAL - Ciwanên êzidî yên di Yekînêyên Rêxistinî ya YBŞ'ê de berpirsyar in, aşkera kirin ku piştî berxwedana gerîlayên HPG û YJA-Starê li dijî DAIŞ'ê bi ser ketiye, pêşmergeyên PDK'ê ji gelek herêmên Şengalê vekişiyane û dan zanîn ku di demên dawî de tevlêbûna YBŞ'ê her ku diçe zêde dibe.
Li ser komkujiya DAIŞ'ê ya li dijî civaka êzidî re 3 sal derbas bû, ji wê rojê şûn ve di civaka Şengalê de guhertinên dîrokî pêk hatin. Civaka êzidî êrîşa DAIŞ'ê ya di 3'yê Tebaxa 2014'an de pêk hat wekî fermana 73'yan pênase dikin û piştî li herêmê xwe li dijî komkujiyên nû rêxistin kirin, di warê îdarî, polîtîk û leşkerî de sazîbûnê bi pêş dixin. Êzidiyan li Şengalê xweserî dane pêşiya xwe û di warê dîplomasiyê de jî xebatên xwe dewam dikin, ciwanên êzidî de di gelek waran de perwerdeyên xwe bi pêş dixin û tev li Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) dibin.
Berpirsyarên Yekîneya Rêxistinê yên YBŞ'ê Çeko Kersê, Bawer Êzidxan û Mansûr Çiya der barê xebatên rêxistinkirin û leşkerî de agahî dan û aşkera kirin ku wan heta niha 5 dewreyên perwerdeya leşkerî pêk aniye û bi sedan ciwan tev li YBŞ'ê kirine û der barê tevlêbûna ciwanên êzidî de agahî dan. Perwerdevanan aşkera kir ku piştî pêşmergeyan ew terk kirine, di vê warî de bêbaweriyek mezin derketiye holê û ciwanên êzidî pê bawer bûne ku ji derveyê hêza wan e cewherî, dê tu hêz nikaribe wan biparêze û di vî warî de xwe bi rêxistin dikin.
DAYIKA WÎ DIXWAZE TEV LI YBŞ'Ê BIBE
Ciwayê bi navê Çeko Kersê (21) ji rêxistinkirina YBŞ'ê berpirsyar e û ji Til Ezirê ye, di sala 2003'yan de ji gundê Kersê yê çiyayê Şengalê tê Şengalê, piştî fermanê derbasî Rojava dibe û ji wir jî diçe Başûrê Kurdistanê. Niha jî li Sinunê dimînin. Malbata wan ji 3 xwûşk û 6 kuran pêk tê û ew zarokê pêncemîn ê malbatê ye, di nava xwûşk û birayan de tenê ew tev li YBŞ'ê bûye. Çeko 3 sal e di YBŞ'ê de cih digire, der barê tevlêbûna xwe de ev tişt got: "Ez ji vîdeoyekê bandor bûm. Di vîdeoyê de hevalan li çeteyên DAIŞ'ê dida. Ji xwe dayika min jî dixwest ez tevlêbibim."
‘PIŞTÎ VEKIŞÎNA PDK'Ê YA DUYEMÎN, TEVLÊBÛN ZÊDE BÛ’
Çeko da zanîn ku gel eleqeyeke mezin nîşanî wan dide û baweriya civakê gelekî ji YBŞ'ê tê û ev tişt got: "Heta gelek caran gel divê 'Hûn çima nayên' û ciwan gelekî ji me bandor dibin û tev li me dibin. Piştî ew qas fermanan, baweriya gel şikestibû, lê di 3 salên dawî de êdî baweriya gel gelekî bi me tê. Gel di wê ferqê de ne ku yekane hêza parastinê ev e. Ji xwe piştî vekişîna duyemîn a PDK'ê, tevlêbûn jî gelek zêde bûye. Heta gelek malbatên nêzê PDK'ê raste rast zarokên xwe tev li YBŞ'ê dikin."
‘EZ HÎNÊ ÇAKD Û ZIMANÊ XWE BÛM’
Bawer Êzidxan ê 22 salî jî di rêxistinkirina YBŞ'ê de cih digire. Berî fermanê malbata Êzidxan li Xanesorê dimîne. Bi destpêkirina fermanê re Êzidxan bi malbata xwe re derbasî çiyayê Şengalê dibe, piştî gerîlayên HPG û YJA-Starê korîdora mirovî vedikin, derbasî Rojava dibin, ji wir tên Başûr û li wargehên penaberan dimînin. Ji malbatê birayê wî Xalit di Asayîşa Êzidxan de cih digire û ew jî di nav YBŞ'ê de ye û der barê rêxistinkirina YBŞ'ê de ev tişt got: "Ji mere digotin ku 'Heval mirovan dibin Qendîlê.' Em ditirsandin. Lê min qet ji vê bawer nekir. Min dixwest ez tev li hêza leşkerî bibim. Gotin ku 'Me hêzek ava kiriye' ez jî tev li bûm. Em bi kome hevalan re tev li YBŞ'ê bûn. Ez li vir hînê çand, dîrok û zimanê xwe bûm. Min piştre ji birayê xwe re jî got û ew jî di Asayîşa Êzidxanê de ye."
JI BER KU TEV LI YBŞ'Ê BÛ PDK'Ê EW BINÇAV KIR
Êzidxan got ku "Berxwedana hevalan bandoreke xurt li ser min kir. Me di warê parastinê de tu perwerde nedîtibû, vîna me şikestî bû. Lê şerê hevalan ê li çiyê bandoreke mezin li me kir" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber ku ez tev li YBŞ'ê bûbûn, PDK'ê ez binçav kirim. Sedema binçavkirinê jî birina malbatê ya nav rêxstinê ve girêdan. Ez 9 rojan di bin çavan de mam. Digotin ku tu tev li PKK'ê bûyî. Min jî nedixwest ez bibim pêşmerge. Min ev qebûl nekir. Ji ber ku em li Şengalê tenê hiştibûn, heke ew hêzeke leşkerî bin, divê şer bikirana. Ji ber wê min tu carî baweriya xwe bi wan neanî. Lê rastiya heyî bi min da fêmkirin ku divê em xwe bi rêxistin bikin."
‘EM DANASÎNA PROJEYA XWESERIYÊ JI GEL RE DIKIN’
Êzidxan, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em armaca dikin ku projeya xweseriyê bi gelê xwe bidin nasandin û ji bo tevlêbûna YBŞ’ê ciwanan qane bikin. Gelek caran di malekê de bi saetan dimînin û behsa pêdivî û xwedî derketina vîna xwe dikin. Gel me mîna zarokên xwe dibîne û em jî bi vê yekê keyfxweş dibin.”
‘TEVGEREKE AZADIYÊ DIXWAZE HEYE’
Mensûr Çiya yê 17 salî ku bi eslê xwe ji Girzêrikê ye, berî fermanê du salan li Başûrê Kurdistanê bi malbata xwe re bi cih dibe û di çewlika mirîşkan de dest bi xebatê dike. Lê malbata Çiya, berevajî malbatên piştî fermana Şengalê koç kirin, vedegerin Şengalê. Çiya vê cuda bûnê wiha dinirxîne: “Malbata min piştî fermanê demîldest berê xwe da Şengalê û got ‘rewşa Şengalê li holê ye, tevgereke ku azadiyê dixwaze heye. Em ê biçin gel wan. Em ê li wir di nava ewlehiyê debin.’ Bi vê yekê re me berê xwe dan Şengalê."
‘APOCÎ BI CESARETEK MEZIN ŞER DIKIN’
Çiya ku malbata wî ji 9 xwişk û biran pêk tê, pismamê wî Salîm Heyder hîna di destê DAIŞ’ê de ye û apê wî Bedo Hecî jî tê rizgarkirin. Çiya wiha behsa tevlêbûna xwe ya nav refên YBŞ’ê dike: “Ez li Bajûr bûm. Piştî fermana Şengalê min bihîst ku pêşmerge reviyane û tevgera Apocî ketine Şengalê. Lê me tevgera Apocî nas nedikir. Dijmin antî propagandaya Apociyan dikir, zarokên wan ji malbatên wan qut dikin, dikirin. Lê piştî min ew nas kirin, êdî min dît rastî ne wisa ye. Bi cesaretek mezin şer dikin. Ez ji vê yekê pir bandor bûm. Min ji xwe re got ku ‘Ev ji derve tên û axa me diparêzin. Gereke ji xwe ez bi heskirinek mezintir axa xwe biparêzim û şer bikim.’ Pişt re jî hatin û beşdarî YBŞ’ê bûm.”
‘GELEK CARAN EM MALBATAN QANE DIKIN’
Çiya diyar kir ku ji bo ew gel bi rêxistin bikin beşdarî yekîneya rêxistinkirinê dibe û wiha domand: “Hîna jî bandora pergal û dijminê me, li ser beşekê gele heye. Em vê yekê dibînin. Em dixwazin wan qane bikin. Zoriyê vê yekê pirin, lê gelek caran em vê yekê bi ser dixin.”
PIŞTÎ PDK’Ê TEVLÎBÛNÊN YBŞ’Ê ZÊDE BÛ
Çiya di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji roja yekîneya rêxistinkirinê ava bû û vir ve di dewreyên perwerdê de bi sedan ciwan beşdarî YBŞ’ê bûn. Piştî Haşdî Şebî, pêşmergeyan du car Şengal terk kirin. Êdî baweriya gel ji YBŞ’ê re zêdetir bûye.”