RIHA - Yûsûf Eraslan ê 65 salî yê li Xelfetî hat binçavkirin, bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hat girtin. Welatiyê binavê Hakki Polat jî yê li Îzmîrê hat binçavkrin, anîn Rihayê.
Li navçeya Xelfetî ya Rihayê, Yûsûf Eraslan ê 65 salî yê berî du rojan hat binçavkirin, şevê din sewqî Edeliya Rihayê hat kirin û bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” ji bo bê girtin sewqî dadgeha nobedar hat kirin. Eraslan ê îfade da dadgehê, bi heman îdîayê hat giritn û wî şandin Girtîgeha Tîpa T a Rihayê.
Li aliyê din, Hakki Polat ê duh li Îzmîrê hatin binçavkirin, anîn Şaxa TEM’ê ya Rihayê. Hinceta binçavkirina Polat nehat zanîn.