NAVENDA NÛÇEYAN – Hate ragihandin ku Rûsyayê Kongreya Neteweyiya Sûriyê ku wê di 18 mijdarê de li Rûsya Sotşiyê lidar xistibûya, ji ber sedemek nediyar heta demeke ne diyar paşve xist.
Hat diyarkirin ku Serokê Rûsyayê Flademîr Pûtîn Kongera Neteweyiya Sûriyeyê ku wê di 18'ê mijdarê de hatibûya lidarxistin taloq kiriye. Hin aliyên heremî û navdewletî peyam ji bo Rûsyayê dane da ku beriya lidarxistina kongreyê helwesta hemû aliyên ku bandora wan li ser krîza Sûriyê heye, bikin yek da ku bigihijin armanca xwe ya çareserkirina krîza li Sûriyê.
RÛSYA PIŞTÎ HEVDÎTINA BI DYA'YÊ RE TALOQ KIR
Li gorî hin çavkaniyan hate eşkere kirin ku biryara Serokê Rûsyayê Putîn piştî nîşaneyên ihtîmala lihevkirinên bi Amerîka re hate dayîn. Hat ragihandin ku ji bo lihevkirina di navbêra her du dewletan de wê di hevdîtina Pûtîn û Trump a di civîna Lutkeya Aborî ya Asyayê ku wê di vê heftiyê de li Vîêtnamê de pêk were, de bê nîqaş kirin. Ji aliyekî din ve jî hin çavkaniyan dane zanîn ku sedema lipaşxistina kongreyê vedigere xwesteka dewletên Erebistana Sûadî ye ku tê îdea kirin ku van welatan ji Rûsyayê lipaşxistina kongreyê daxwaz kirine heta ku kongira Riyad 2 were tekez kirin. Lê gumanên din ji aliyê hin çavkaniyên dîtir hene ku Tirkiyê jî ji aliyên ku tevlîbûna hin aliyan di vê kongirê de itîraz dike û ji wan aliyên ku Tirkiyê tevlîbûna wan red dike nûner û partiyên siyasî yên kurd in. Hat bîranîn ku berteka Tirkiyê ji ber tekezkirina Rûsyayê ya amadebûna partiyên kurdî di vê civînê de kiribû.