Hatay li ser avê ye!

  • rojane
  • 09:32 28 Sibat 2019
  • |
img
HATAY - Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên Hatayê, şik û gumanên xwe yên ji bo operasyona muhtemel a Îdlibê anîn ziman û pirsîn: "Piştî operasyonê wê komên îslamî biçin kuderê?" 
 
Ji roja ku şerê li Sûriyeyê dest pê kiriye heta niha, Hatay bûye binkeya komên îslamî û ger li Îdlibê operasyonek çêbibe wê herî zêde bandorê li Hatayê bike. Ji roja ku şer dest pê kiriye heta niha nêzî 400 hezar sûriyeyî hatine bajêr û tê gotin li navçeyên nêzî sînor endamên El Nûsra/Heyet Tahrîr El Şam û OSO'yê bi rihetş digerin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên Hatayê, ji ber vê rewşê nerihet û nerazîbûnên xwe anîn ziman. 
 
EWLEHÎ
 
Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya SYKP'ê Hulya Kavûk, diyar kir ku piştî operasyona Efrînê şik û gumaneke mezin li bajêr peyda bûye. Kavûk, bilêv kir ku li navenda Hatayê û navçeyên wê pirsgirêka ewlehiyê rû daye û ji ber gelek kes ji Sûriyeyê koçî bajêr kirine bêhizûriyek peyda bûye. Kavûk got: "Piştî teqîna li Reyhanliyê, ev şik û guman zêde bû. Her wiha ji ber hebûna komên îslamî, endîşeyên gel n ji bo ewlehiyê zêde bûne." 
 
Kavûk, diyar kir ku li bajêr kesên li dijî operasyona Efrînê derketin, paşê polîsan avêtiye ser malên wan û hatine binçavkirin. Kavûk got: "Çeteyên cîhaddîst ên di oeprasyona Efrînê de cih girtin, li bajarên nêzî sînor tên sekinandin. Ger operasyonek li Îdlibê biqewime û ev kes tev li komên li Îdlibê bibin, wê pirsgirêka ewlehiyê zêdetir bibe. Ji roja şerê Sûriyeyê dest pê kirye heta niha pirsgirêkên aborî jî zêdetir bûne. Niha li bajêr nêzî 400 hezar penaber hene. Hem ji ber vê hem jî ji ber girtina deriyên sînor bazirganî qediya û betalî zêde bû. Wê ev rewş hem gelê Hatayê xizantir bike hem jî gel mudaxileyî îdlibê bê kirin û çete li vira bên bicihkirin, dibe ji pirsgirêkên di dema teqîna Reyhanliyê de rû dan bêtir pirsgirêk rû bidin." 
 
‘WÊ PENABER ZÊDE BIBIN' 
 
Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îskenderûnê Coşkûn Selçûk jî, diyar kir ku Hatay cînarê Sûriyeyê ye û 8 sal in tesîrê ji şerê Sûriyeyê digire. Coşkûn, bilêv kir ku ger mudaxileyî îdlibê bê kirin pêşî wê pirsgirêka penaberan rû bide û ger operasyon çêbibe wê hejmara penaberên li bajêr zêdetir bibe. Coşkûn, pirs kir ku îjar wê hêzên çekdar ên li Îdlibê bi ku ve biçin? Cpşkûn, diyar kir ku ji ber ev pris nayê bersivandin endîşe û gumanên Hatayê zêde bûne. 
 
‘WÊ KOMÊN RADÎKAL PÊŞÎ BÊN HATAYÊ' 
 
Hevseroka HDP'a Hatayê Sûltan Başaran jî, diyar kir ku cîhanê bi çavê xwe dîtiye ku OSO'ya AKP destekê didê li Efrînê çi kiriye û ger li Îdlibê operasyonek çêbibe wê pêşî ev komên navborî berê xwe bidin Hatayê. Başaran, bilêv kir ku 8 sal in li Hatayê pirsgirêka ewlehiyê heye û got: "Hem di warê aborî hem di hatina komên cîhadparêz, endîşeyên gel zêdetir dikin. Bi salan e ev kom bi rihetî digerin, bi rihetî tên û diçin. Ger li Îdlibê operasyonek çêbibe wê ev kom pêşî bên Hatayê." 
 
Seroka Şaxa Malên Gel a Hatayê Eylem Mansûroglû jî, destnîşan kir ku şerê Sûriyeyê, hem di warê aborî hem jî di warê siyasî de zêde bandor li Hatayê kiriye. Her wiha Mansûroglû, bal kişand ser girtina deriyê sînor ê Cîlvegozuyê û operasyona muhtemel a Îdlibê. Mansûroglû, anî ziman ku herkes dizane ku Îdlib navenda komên îslamî yên radîkal e û got: "Ger operasyon çêbibe, wê ev kom bi ku ve biçin?" Mansûroglû, destnîşan kir ku ger komên navborî çekên xwe deynin û bên Hatayê, dîsa jî wê bibin sedema bêhizûrî û bertekên mezin. 

Sernavên din

02/03/2019
09:07 11 sivîlên ji Efrînê wê bi îdiaya 'xirabkirina yekîtiya welat' bên darizandin
09:07 Qeyûm hat, tiryakêş li holê man
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2019'AN
01/03/2019
17:03 Buldan: Qeyûmên heqaretê li nirxê gelê kurd kirin em ê bişînin Enqereyê
16:38 Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê banga lezgîn kir: Ya pêwîst bikin
15:57 Sîlopiyan: Emê qezenc bikin
15:39 Soylu li xerakirina Sûrê mikur hat: Hezar û 378 kargerî hatin xerakirin
15:29 Temellî li Dîgorê bû: Em ê qeyûman paqij bikin û biavêjin ser sergoyê faşîzmê
15:28 Jinan ji bo Guven dest bi kampanyeya îmzeyan kirin
Guven: 8'ê Adarê dê bibe mizgîniya azadiyê
15:27 ÇHD: Em bêdeng nabin emê bi ser bikevin
15:09 Pervîn Bûldan li Cizîrê ye: Ciwanan kenê li ser rûyên xwe şandin
14:57 Li Heskîfê bertek nîşanî DMME'yê dan: We çav li talankirina Heskîfê girtiye
14:44 Jinan bi boneya 8'ê Adarê kart ji girtiyan re şandin
14:17 Hevserokê Giştî yê HDP’ê Temellî: Qers li HDP’ê tê
14:07 Ji bo maça Amedspor-Sakaryasporê banga aqlê selîm kirin
13:48 ‘743 zarok bi dayikên xwe re girtî ne'
12:56 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:55 Dozger ji xebatkarê Ozgur Gundemê Goktaş re ceza xwest
12:46 Alinak: Ne DEP'iyan û ne jî HDP'iyan bêdengiyê qebûl kir
12:34 Li 66 girtîgehan 331 girtî di greva birçîbînê ya bêdem dene
12:31 Sirri Sakik: 25 sal borîn di polîtîkaya dewletê de guhertin çênebû
12:07 Jinên Mêrdînê li ber girtîgehê starta 8’ê Adarê dan
11:36 Altîn ê sîrgûnî Girtîgeha Turkoglû ya Mereşê hat kirin, di tecrîdê tê girtin
11:28 DAIŞ'iyên ji Tirkiyeyê li Dêra Zorê rastî xezebê hatin
11:18 Altiparmak: Tecrîd li dijî standartên hiqûqiye
10:54 Rojnameger Zehra Dogan: Nêviyê welat girtî ye
10:53 Bernameya meha adarê ya Şa Performansê diyar bû
10:37 Ahmet Turk bersiv da Erdogan û got: Tayînkirina qeyûman wê ne hêsan be
10:01 Otobusa servîsê li Bayrampaşa qulipî: 9 kes birindar bûn
09:42 'Grevên birçîbûnê dê bandora xwe li 8’ê Adarê bixe'
09:23 Li 8 gundên Pîranê qedexeya derve hat îlankirin
09:21 Dayika ku nikare kurê xwe yê di greva birçîbûnê de bibîne: Êdî bes e
09:20 Bernameya meha Adarê ya Şanoya Bajêr a Amedê
09:19 ‘Îktîdar pêşî mizgeftê çêdike, paşê tesîsan ava dike'
09:19 Serokê Odeya Plansazkarên Bajêr: Ji bo rantê mîmariya bajar diguherînin
09:18 Namzetê HDP'ê yê Cirnê Reş: Gel ji her tiştî hatiye mehrûmkirin, em ê navçeyê veguherînin bihiştê
09:17 OSO îşkence kir û teslîmî Tirkiyeyê kir, dadgehê jî 9 sal ceza birî
09:16 Albuma 'Çira' ya Alî Sîzer derket
09:15 Hevberdevka HDK'ê Koçyîgît: Çalakiyên greva birçîbûnê nîşan didin ku li welat hiqûq nemaye
09:15 Namzetê HDP'ê yê Manîsayê: Ruhê Fatsayê ji bo pêşerojê vîzyonek e
09:13 Jinên çûn serdana Leylayê: Em ê li her derê qala berxwedana wê bikin
09:12 Qirîzê li bajara jinan xist: Ji 20 kesan man 4 kes
09:12 Wê jin ber bi Qada Azadiyê ya Bakirkoyê ve biherikin
09:11 Berxwedana Leyla Guven di roja 114'mîn de didome
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2019'AN
28/02/2019
19:01 Bi sedan endamên DAIŞ‘ê teslîmî QSD‘ê bûn
16:59 Namzetê Hevşaredariya Êlihê Demîr: Ne kes raman esas e
16:54 Guven: Divê jin bihêz beşdarî 8’ê Adarê bibin
16:37 Temellî: Demokrasiya xwecihî pêdiviya Tirkiyeyê ya lezgîn e
16:34 HDP ‘Rapora Qeyûman’ aşkera kir
16:17 'Roboskî ezmûna dewlet û îktîdarê ye'
16:09 Rojeva jinan a 8’ê Adarê rakirina tecrîdê ye
15:53 Erdogan ê namzetiya wî hat betalkirin: Em dê di 31'ê Adarê de bersîv bidin
15:39 Jin dê 8'ê Adarê bi dirûşmeya 'Ji bo azadiyê berxwedan û grev' dê pêşwazî bikin
15:32 ‘Di 8’ê Adarê de em bi rengên xwe li qadan bin’
15:23 ‘Dîmenên dema gule berdan Kurkut kêlî bi kêlî lêkolîn kirin'
14:55 Li Cizîrê, ji bo hevdîtina Buldan tevlî bibe bang hat kirin
14:54 Komîsyona Lêpirsîna Serbixwe ya Sûriyeyê ya NY: Li Efrînê sûcê şer hat kirin
14:47 Bîlgen ê HDP’î: Malhebûna xwe eşkere bikin
14:06 Ji bo Roboskî daxwaza edaletê dubare kirin
13:50 Li Tatosê di 2 rojan de 15 kes hatin binçavkirin
13:47 Li Girtîgeha Kiriklar 2 girtî hatin sîrgûnkirin
13:09 Li Oltuyê rojname û pirtûkan nadin jinên girtî
12:45 16 girtî hatin sirgûnkirin
12:40 Buldan: Taliya talî ev welat dê vegere mutabakata Dolmabahçeyê
12:36 Parêzerên Ocalan cara 794'emîn serlêdan kirin
12:33 Olûç: Dê nekarin bajarên Kurdan li Enqerê bi rêve bibin
12:26 Rapora Krîmînal a Navnetewî: Polîs rasterast Kemal Kurkut hedef girtiye
12:18 Turkdogan: Divê ku pêvajo veguhere Mutabakata Dolmabahçeyê
11:25 Serap Dogan Mutlu: Heta qeyûm biçe ezê têbikoşim
11:15 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Hezar canê me jî hebe, em amadene feda bikin
11:10 Yagiz sed roj in di grevê de ye: Em bi hatina biharê re tecrîdê bişkînin
10:54 8'ê Adarê dê hefteyekê li Colemêrgê bê pîrozkirin
10:45 Karkerê înşaetê yê ji qata sêyemîn ket, bi giranî birîndar bû
10:36 Eraslan ê 65 salî bi îdîaya ‘Endamtiya rêxistinê’ hat girtin
10:35 Ji ber hişmendiya bûye sedem dayika min 113 roj in birçî bimîne dilê min jan dide'
09:42 Ji bo efrîniyên di Girtîgeha Hatayê de hat gotin: Divê rojeke xweş nebînin
09:35 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Bila pirsgirêk bê çareserkirin
09:33 Bazarvan: Madem em terorîst in, tu yê di sindoqê de bibînî
09:32 'Divê em dîrok, kuçe û malên Rihayê biparêzin'
09:32 Hatay li ser avê ye!
09:30 Şener: Li hemberî AKP'ê liv û tevgerek nû heye
09:29 Çalakiya xwe greva birçîbûnê li malê didomîne
09:26 'Ne qeder e, em xwe birêxistin bikin'
09:25 Wê li Amedê çalakiyên 8'ê Adarê pêşî li bazarê dest pê bikin
09:25 Qeyûm kirêya dikanan du qat zêde kir
09:24 'Wê faşîzm bi xwedîderketin û bilindkirina vê berxwedana dîrokî bişikê'
09:23 Namzetên HDP'ê yên Tozanê: Em ê peykerê hat rûxandin ji nûve çêkin
09:22 ‘Çalakiya Leyla Guven dişibe berxwedana Leyla Qasimê'
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2019'AN
27/02/2019
16:42 Parlemnter Ayşe Surucu: Divê Leyla Guven bijî
16:16 Di doza Gundemê de ji bo gerînendeyên weşana nobetê ceza hat xwestin
16:08 Bîlgen: 31'ê Adarê fersendek e
15:44 HDP'ê li Êlihê namzetê Hevşaredariyê Mehmet Demîr nîşan da
15:43 Leyla Guven: Çalakiya min dê serbikeve
15:07 Girtiyên jin ên Girtîgeha Amedê: Ji van bedenan re bibin beden
14:55 Hevserokên Giştî yên HDP'ê di 1'ê Adarê da dest bi mitîngan dikin
14:34 Ji bo Berkîn Elvan dê keşîf bê kirin
14:33 Komîsyona Mexdûrên KHK’ê hat avakirin
14:11 Di şewata Îstasyona Trênê ya Qahirê de 24 kesan jiyana xwe ji dest dan