ÊLIH - Sedat Akin, piştî ji girtîgehê hat berdan çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê li mala xwe didomîne. Akin got: "Di heman demê de daxwaza me, daxwaza gelên bindest e jî."
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe da destpêkirin di roja 113'an de ye. Her wiha li 67 girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ya 331 girtiyî didome. Herî dawî Denîz Kaya li ser navê girtiyên PKK û PAJK'î daxuyaniyek da û diyar kir ku ger hikûmet gavekê navêje, wê di 1'ê Adarê de çalakiya greva birçîbûnê li hemû girtîgehan berbelav bibe.
Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî Sedat Akin bû. Lê belê çend roj berê ji Girtîgeha Tîpa E ya Erzinganê hat berdan û niha çalakiya xwe li malê didomîne.
'PIŞTÎ GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ ZEXT Û ZORÎ ZÊDE BÛN'
Akin, di 8'ê Çileya 2016'an de hat girtin û wî xistin Girtîgeha Tîpa E ya Erzinganê. Bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh ceza li Akin hatibû birîn. Lê belê piştî dadgeha îstinafê cezayê wî xera kir hat berdan. Akin, li girtîgehê di 7'ê Çileya 2019'an de ketibû greva birçîbûnê û niha çalakiya wî di roja 53'yan de li malê didome.
Akin, anî ziman ku li girtîgeha lê bû pêşî ew bi tenê ketiye greva birçîbûnê û di roja 21'ê çalakiyê de girtiyê bi navê Abdûllah Kizilkaya ji Girtîgeha Tîpa L a Panosê hatiye sewqkirin û bi hev re çalakiya greva birçîbûnê dewam kirine. Akin, diyar kir ku çalakiya Kizilkaya di roja 72'yan de ye û ew di çalakiya xwe de bibiryar in. Akin, destnîşan kir ku li girtîgehê piştî çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir zext û zorî jî zêde bûne û got: "Çawa me dest bi greva birçîbûnê kir zext û zorî jî zêde bûn. Di demên dawî de gotin, em ê we têxin hucreyên nêzî revîrê. Lê niha hayê min ji rewşê tune ye."
Akin, diyar kir ku sedema wan a ji bo greva birçîbûnê aşkere ye û got: "Ji bo şexsê xwe doza tiştekî nakim. Leyla Guven berxwedanek da destpêkirin. Me jî li girtîgehê xwest bi heman daxwazê bibin dengê wê. Ji ber ji bo gelê xwe têdikoşim pir kêfxweş im. Gelê kurd tê tecrîdkirin. Rêberê Gelê Kurd tê tecrîdkirin. Me jî li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kir. Biryara min wekî biryara roja berê ye. Çawa ku Leyla Guven ji girtîgehê derket û çalakiya xwe dewam kir, diviya min jî li malê dewam bikirana. Niha didomînin. Divê greva birçîbûnê tenê ne li girtîgehan be."
‘HETA DAWIYÊ'
Akin, destnîşan kir ku moralê wî pir baş e û got: "Em piştgiriyê didin hevalên xwe yên li zindanan. Li derve domandina têkoşînê tiştekî cuda ye. Ji ber li derve piştgiriyê didim wan, ji bo min cihê kêfxweşiyê ye. Helbet ji ber ji wan dûr ketim xemgîn im, lê ez ê bi têkoşîna xwe heta dawiyê li cem wan bim. Min û wan bi hev re dest pê kir û eger bi dawî bibe jî wê bi hev re bi dawî bibe."
'BANGA ME JI BO GELÊN BINDEST E'
Akin, destnîşan kir ku wê bi vê çalakiyê tenê tecrîda li ser Ocalan û gelê kurd ranebe û got: "Tenê wê tecrîd ranebe, di heman demê de em ji bo gelên bindest jî têdikoşin. Banga me ji bo gelê kurd, gelê tirk û hemû gelên bindest e. Di heman demê de daxwaza me daxwaza wan e jî. Hin derdor piştgiriyê didin, lê têr nake. Têkoşîna me ji bo aştiyê ye. Ocalan, bû ziman, pênûs û çavê vî gelî. Tenê bi gotineke wî wê aştî pêk bê û xwîn bisekine. Loma divê mafên dawî li tecrîdê bê. Em ji bo aştiyê bang li hemû gelan dikin."
‘DIVÊ DAXWAZA BÊN QEBÛLKIRIN'
Akin, anî ziman ku heta daxwaza wan neyê qebûlkirin wê çalakiya wan dewam bike û got: "Berî mirin çêbibin divê herkes tev bigere û daxwaz bên qebûlkirin."
MA / Metîn Yoksû