WAN – Qeyûmê tayînî Şaredariya Mezin a Wanê hat kirin, dikanên li Bazara Penîrfiroşan restore kir û kirêya wan du qat zêde kir. Esnaf, ji ber vê yekê nerazî ne û gotin ew li benda hilbijartina 31'ê Adarê ne.
Qeyûmê tayînî Şaredariya Mezin a Wanê hat kirin, heqê kirêya dikanên li Bazara Penîrfiroşan du qat zêde kir. Qeyûm, pêşî dikan restore kirin û paşê kirêya dikanên li bazarê du qat zêde kir. Li bazarê 82 dikan hene û ji van dikanan 73 aîdî şaredariyê ne. Qeyûm kirêya hin dikanan ji 487 lîreyî kir hezar û 150 lîre û kirêya hin dikanan jî ji 900 lîreyî kir 2 hezar û 200 lîre.
LI BENDA 31'Ê ADARÊ NE
Esnaf, ji vê rewşê nerazî ne. Esnaf Emrah Emrah got: "Kirêya me piştî restorekirinê kir biha kir. Kirêya me hezar û 600 lîre bû, kir 2 hezar û 400 lîre. Niha betalî zêde ye. em zor heqê mesrefên xwe derdixin." Emrah, diyar kir ku ew li benda 31'ê Adarê ne û piştî hilbijartinê ew ê vê rewşê bi rêveberiya nû re biaxivin.
‘ESNAF MEXDÛR IN'
Esnaf Tûncer Bîlîcî jî, bal kişand ser krîza aborî û got: "Dikanên kirêyê wan hezar û 200 lîre bûn kirin 2 hezar-2 hezar û nîv. Ev der aîdî şaredariyê ye. Divê alîkariya me bike. Kirêya me hezar lîre bû, kirin hezar û 600 lîre. Ji ber niha rewşa kar nebaş e esnaf jî mexdûr in."
‘DU QAT ZÊDE KIRIN'
Esnaf Mûrat Ayan jî, diyar kir ku di dema restorekirinê de rewşa karê wan xirabtir bûye û bal kişand ser krîza aborî. Ayan got: "Ji ber krîzê kar tune ye. Piştî ev der hat restorekirin mişteriyê me jî kêm bûn. Restorekirin û paqijî baş e, lê heqê kirêyan pir zêde ye. Berê me hezar lîre dida, lê niha hin kes 2 hezar lîreyî didin. Kirêya dikana me ji hezar lîreyî kirin hezar û 600 lîre."
MA / Mujdat Can – Fazil Elçi