COLEMÊRG - Gundê Dawoşe yek ji gundê dest pê kê hatî valekirin û nîzî 40 salane li dijî heman polîtîkayan li ber xwe dide. Gundê ku ji sala 1988’an û vir ve 5 carin tê valakirin, herî dawî di Hezîrana 2015’an malê di topbarana leşkerî de xera bûn, avakirin wan didome.
Gundê Dawoşe yê Colemêrgê yek ji gundên dest pê kê ye ku di sala 1988’an para xwe ji polîtîkayên koçberiya bi darê zaro yên dewletê girtî û heya niha 5 care tê valakirin. Gundê ku her car bax û bostanên wan tê şewitandin, di vegera gund de cardin jiyana dest pê dike. Herî dawî di Hezîrana 2015’an de di topbarana leşkeran de malên xera bûn, avakirina wan didome.
KOÇBERIYA DEST PÊ KÊ DI SALA 1988’AN ÇÊBÛ
Gundê ku bi gindor û hingiva xwe tê naskirin, koçberiya dest pê kê di sala 1988’an de jiya û piraniya malbatan koçî navenda bajêr dikin. 4 malbatên di gund de dimînin jî li ser rêya giştî ya Çelê, ya taxa gund bi cih dibin. Malbatên bax û baxçeyên wan hatin şewitandin, li taxên bi cih bûn, jiyanek nû ava dikin. Gundê ku gundî ji nû ve zindî dikin, di salên 90’î de cardin tê valekirin. Gundiyên ku heya 2 salan nikarin vegerin gundê xwe, piştî operasyonên leşkerî yên salên 92’yan bi dawî dibin, vedigerin gundê xwe. Lê gundiyên ku di 4 salan de koçber bûyîn, di sala 94’an de cardin gund vale dikin. Malbatên ku ji neçarî mal û baxçeyên xwe terk dikin, di sala 96’an de dîsan vedigerin gundê xwe. Gundê ku xwedî axek bi berekete, niha neçarî koçberiyê tê kirin.
Ji ber operasyonên leşkerî bajaroka Ertoşê ya ji 80’î malbatan pêk tê ku hat valekirin, li gundê Dawoşe bi cih dibin. Malbatên gund bi malbatên ji bajaroka Ertoşê koçkirin re dinava piştevaniyê dene û dest bi avakirina malên xwe kirin.
KOÇBERTIYA NAQEDE
Gundiyên ku bi koçberên Ertoşê re jiyanek nû avakirin, di sala 2003’yan de bi talokeya hezanê re rû bi rû dimîn in û neçar dibin ku gund vala bikin. Ji sedî zêdetir malbat koçî qempa Ertoşê ya gundê Befircan a navçeya Geverê dikin. 20 malbatên li gund dimîn in jî, ji ber şerê dijwar ê Hezîran 2015’an hemû alavên xwe li şûnê dihêlin û carek din koçbe dibin. Gelê gund di sala 2017’an de cardin vedigerin gund, ligel sermaya heyî bi derfetên xwe, malên xwe ava dikin.
'BI ZORÊ ME CANÊ XWE XELAS KIR'
Welatiyê binavê Sabrî Zîrek, diyar kir ku berî 59 salan ji gundê Kîtêr ê Elkê koçî gundê Dawoşe kirin û wiha axivî: “Em neçar man ku 5 caran gund vale bikin. Heya roja îro me rojek xweşî nedîtiye. Gava dest pê kê me gund vale kir, em li Colemêrgê bi cih bûn. Lê me nekarî em li wir 2 salan jî li ber xwe bidin û em vegeriyan gundê xwe. Ji ber ku em fêrî jiyana gund bûbûn, jiyan bajêr ji me re zor dihat. Li gund her sal di mehên biharê de me çandinî dikir, ax kes dibû, lê berî meha barê em neçar dibin ku cardin gundê xwe terk bikin. Di sala 2015’an de ji ber şerê li Geliyê Zapê rê da, bi zorê me canê xwe xelas kir.”
'EM DIÇÎNIN EW DIŞEWITÎNIN'
Zîrek, da zanîn ku herêmên nêzî gund hemû hatin qedexekirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jêderka debara me êdî tune bûye. Li vê derê em dikarin hemû bêdiviyên xwe bigihînin, lê ew derfeta me tuneye. Berê me genim, birinç û garis diçandin. Lê niha ji ber rewşa ‘ewlekariyê’ em nikarin tiştekê binçînin. Em diçînin ew dişewitînin. Ji ber vê yekê êdî em çandiniyê nakin. Destûr nadin em ji rêya giştî derbikevin. Zozan tune ne, mezrik tune ne. Gelo em ê li ser rêya aslatê xwedî bikin û biçînin?”