STENBOL - Nivîskar Mazlum Çetînkaya yek ji wan mamosteyê ku bi KHK'ê ji kar hat avîtin, di heman demê de çîrokên zarokan jî dinvîse û aşkera kir ku çîrok nivîsandin tiştek xeter e û wiha got: "Roja ku ez ji zarokan qut kirim, ez nikarim binvîsim."
Biryara Di Hikmê Qanûnî (KHK) ya di çarçoveya OHAL'ê de hat derxistin, bi hezaran kedkarên cemaweriyê ji karên wan kirin. Mazlum Çetînkaya yê di nav van karkerên hatine îxrackirin de cih digire, di heman demê de çîrokên zarokan jî dinvîse û bi nasnameya xwe ya helbestvaniyê jî tê naskirin. Çetînkaya di 29'ê Cotmeha 2016'an de bi KHK'a hejmara wê 675'an ji kar hat derxistin, heta niha gelek çîrokên zarokan ên bi navê “Taşta Uyuyan Zaman”, “Zevebân”, “Tembel Köyün Kara Koyunu”, “Güzelce'nin Sihirli Kanadı”, “Mavi Şapka ile Gaga'nın Yolculuğu”, “Hecesini Onaran Çocuk” û “Simitçi Simo” nivîsîne. Çetînkaya der barê xebatên xwe de axivî.
DI SALÊN 90'Î DE JÎ JI KARÊ XWE BÛ
Çetînkaya di sala 1990'î de bi hinceta "Ewlehiya neteweyî xistiye xeterê" ji kar davêjin. Çetînkaya got ku "Wê demê bawernameyên me kêr dihatin û em di şirketên taybet de dixebitîn, şansekî me yê wiha hebû. Wê demê jiyan û desthilatdariyê ew qas em dorpêç nekiribûn."
Çetînkaya bi gotinên wekî "Piştî OHAL'ê faşîzmê em dorpêç kirin. Em di binê vê dorpêça faşîzan de hewl didin bijîn" xwest zehmetiyên îro vebêje û piştrast kir ji ber ku ew muxalîf in ji kar tên avêtin û wiha pê de çû: "Piştî ez ji kar hatim avêtin, wekî hemû hevrêyên min, bêguman vê yekê bandorek li ser min jî kir. Ez di wê baweriyê de me ku çawa bi tu tiştekî em terbiye nekirin, dê bi birçî hiştinê jî me terbiye nekin. Di dîroka komarê de em kêm caran bi rewşên wiha re rû bi rû hatine hiştin. Ji ber ku em beşa xwendin, nivîsandin û lêkolînê ne, bi van zextan re rû bi rû dimînin."
'MIN ZAROK HÎNÊ AVAKIRIYA XEYALAN DIKIR'
Çetînkaya anî ziman ku ew nivîskarê çîrokan û dem dem jî helbestan dinvîse, tenê ji xwendevanên dibistana seretayî re çîrokan nanvîse, di heman demê de zarokên di polan de tev li çîrokan jî dikir. Çetînkaya da zanîn ku wî zarok hînê avakirina xeyalan dikir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Min ew dibirin cîhana çîrokan. Di nîqaş, rêzên waneyan, dema min ew guhdar dikirin, ez hînê lêpirsîna zarokan dibûm. Ji ber ku min lêpirsînî hînê zaroka dikir, ez hatim îxrackirin. Ez çîrokên zarokan dinvîsim. Ez ji zarokên xwe hatim mehrûmkirin. Li gorî desthilatdariyê kesên çîrokên zarokan dinvîsin, bi xeter in."
'MAMOSEYÊN LÊPIRSÎN DIKIN NAXWAZIN'
Çetînkaya destnîşan kir ku desthilatdarî mamosteyên ku di çîrokan de fikirîn û nivîsandinê hînê zarokan dikin naxwazin, piştrast kir ku perwerdeya niha li ser vê hişmendiyê ava dikin û ev tişt anî ziman: "Di çîrokên min de parvekirin, hezkirina sewalan, aştî û hezkirina mirovan heye. Zarokên ku van çîrokan dixwînin, li derve hezkirina wan a ji bo ajalan zêde dibe. Li kuçeyê av û xwarinê didin ajalan. An jî dema di destê kesekî de çekekî bibînin, dibêjin 'çekê nede destê xwe, gulê bigire û kulîlkê bigire.' Li Esenlerê ev heye. Ev qet xweşa desthilatdariyê naçe, hişmendiya desthilatdariyê ya li dijî çîrokan, divê di temenê 7 salî de xêliya bûkê li zarokên keç bê kirin."
'QUTBÛNA JI ZAROKAN BANDOR LI SER NIVÎSANDINÊ KIR'
Çetînkaya aşkera kir ku piştî ew ji zarokan hatiye qutkirin, vê yekê bandorek xirab li ser nivîsandina wî kiriye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Qutbûna ji zarokan, ji nivîsê jî ez qutkirim. Ez berê 6-7 saetan bi zarokan re bûm û her zarokek ji bo min çîrok bû. Her yek ji wan qasî nivîsîna pirtûkekî bedew bûn. Hemû zarokên li cîhanê di heman bedewiyê de ne. Ji ber ku ez bawer nakim ku tu zarokê li cîhanê xirab be. Em xirabî û alîgiriyê nîşanê wan didin. Zarok bi hemû paqijiya xwe li holê ne. Qutbûna ji zarokan, ez ji nivîsandinê jî dam qutkirin."
MA / Bîlal Seçkîn