QERS - Namzetê Hevşaredariya HDP'ê yê Qersê Ayhan Bîlgen ku xebatên hilbijartinê didomîne got hemû partiyên li bajêr li dijî wan bi karektera fîlmê karton ê "Voltran" bûne yek. Bîlgen got hilbijartina 31'ê Adarê fersendek e.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Qersê bênavber xebatên hilbijartina 31'ê Adarê berdewam dike.
Namzetên Hevşaredariya HDP'ê ya Qersê Şevîn Alaca û Ayhan Bîlgen hem esnafên li bajêr ziyaret kirin û hem jî li taxan bi gel re hatin gel hev. Ayhan Bîlgen di kêliya xeatê de axivî û got: "Me ji serê ewil ve digot wê hilbijartina li Qersê di navbera HDP'ê û partiyekê de derbas bibe. Îhtîmala vê partiyê ku AKP bûya mezin bû. Herî hindik anketan viya nîşan dida. Lê niha êdî muxatabê me, partnerê me guheriye. Em wî navî nebêjin. Çimkî li dijî me karekterê lehengê fîlmê zarokan (karton) Voltran heye. Voltranek mêjiyê wî Partiya Vatan e, bedena wî MHP, milên wî Partiya Îyî, piyên wî DSP ye heye. HDP wê Qersê biparêz e û bi ser bikeve."
'JI MAŞÎNEYÊN ŞAREDARIYÊ RE SOTEMENIYÊ NASTÎNIN'
Bîlgen şaredariya MHP'yî ya Qersê ku demek dirêj e bi deyn û nelirêtiyê xwe di rojevê de ye jî nirxand û got: "Pêdiviyên Qersê ji şaredariyên Sarikamiş û Dagpinarê pêk tîne. Ev rewş îlana topavêtina şaredariyê ye. Şaredariyek nikare sotemeniyê bibîne û nikare maşîneyên xwe tamîr bike ne li gorî gel e. Gelê Qersê vê yekê heq nake. Ji bo em ji vê tabloyê derkevin, hilbijartina 31'ê Adarê fersendek dîrokî ye."