AMED - Jinên femînîst ên Tirkiyeyî û EHP’ê, Leyla Guven a 112 rojin di greva birçîbînê deye ziyaret kirin. Guven, diyar kir ku heta tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan raneke, dê pirsgirêkên li Tirkiyeyê neyên nîqaş kirin û got: “Ez bawer dikim ku çalakiya min bi serkeftî bi encam bibe.”
Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 8’ê Mijara 2018’an de dest pê kir, di roja 112'emîn de, berdewam dike. Serdanên piştevanî û destek dayîna Guven berdewam dike.
Jinên femînîstên Tirkiyeyî û Partiya Tevgera Kedê (EHP) di vê çarçoveyê de, Guven li mala wê ziyaret kirin. Di dema serdanê de Leyla Guven daxuyanî da û wiha axivî: “Çalakiyên piştevanî û destek dayîna çalakiyên grev birçînê yên di raya giştî de pêk tên, hêzê didin min. Li vî welatî heya ku pirsgirêka Kurd weke pirsgirekek bingehîn berdewam bike, emê nekarin li pirsgirêkên din bi axivîn. Li Tirkiyeyê pirsgirêkên pi cîdî hene. Hemû jî bi hev ve girêdayîne.”
'HETA KU TECRÎD RANE BE...'
Guven, diyar kir ku ji bo rakirina tecrîdê dest bi çalakiya greva birçîbînê kiriye û wiha got: “Heta tecrîd ranebe, em nikarin tu pirsgirêkên din biaxivîn. Ji ber vê divê demildest tecrîd rabe. Ez bi piştevahiya partî, sazî û dezgehên weke we qet tawîz nedayîn, çalakiya xwe mezin dikim. Îro em li virin, lê sibe dê hevalên me yên din vê berxwedanê nîşan bidin. A girîng ewe ku em li dora vê berxwedanê bibin xelek û piştevaniyê mezin bikin. Ji ber vê ez girîngiyek mezin didim piştevaniyê.”
'AKP-MHP ÊDÎ NIKARE BÊDENG BIMÎNE’
Guven, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Emê bi ser bikevin. Ez di wê baweriyê deme ku çalakiya min dê bi ser bikeve. Desthilatdariya AKP-MHP êdî nikare bêdeng bimîne. Tiştekê ku em winda bikin tuneye. Ji xwe me hemû bedel daye berçavên xwe. Bi her awayî em fikirîn û me wisan dest bi çalakiyê kir. Dinava vê de, dibe ku mirin jî hebe. A rastîn, ez baş dizanim ku bi vê çalakiyê re, dê bêmirînê pêş bikeve. Bi piştevaniya we ji xwe ev çalakî ji zûdeye gehiştiye armanca xwe.”
‘DESTHILATDARÎ BÊÇARE MANE’
Guven, bal kişand ser ablûkeya polîsan a derdora mala xwe û destûr nedayîna meşa parlementerên HDP’ê ya 15’ê Sibatê û wiha bilêv kir: “Ji paşerojê bigirin heya roja îro, desthilatdarî tim li hemberî şoreşgeran bêçare mane. Çi dema ku şoreşger berxwedanê geş dikin û vediguherînin serhildanên mezin, wê demê neçar dimînin ku gav bavêjin. Divê em felsefeya Che Guevara ji bir nekin. Li cihekê şoreş pêş bikeve jî, ji bo şoreşa welatekê din rihê bezandinê heye. Li Tirkiyeyê dibe ku li ser Birêz Abdullah Ocalan tecrîd hebe. Lê kes ne di ferqê deye, ev tecrîd di heman demê de li ser hemû kesane.”
‘ÇALAKIYA MIN DÊ BI SER BIKEVE’
Guven, di dawiya axaftina xwe de bi hestek mezin destnîşan kir ku dê çalakiya wê bi ser bikeve û ev peyam dan: “Berxwedana min dê bi ser bikeve û gelên Tirkiyeyê dê dinava aştiyê de bijîn. Ger ev berxwedana me nebûya, me dê çawan faşîzm ûtecrîda li Tirkiyeyê vegota. Va ye vê çalakiyê ve yek raxist ber çavan. Li zindanan binpêkirinên mafan ên pir cîdî hene. Berxwedana zindanan pir binirxe. Hevalên me dê bi berxwedana xwe hemû polîtîkayên qedexe vale derbixin. Ez bawer dikim ku ev çalakî bi ser bikeve.”