WAN - Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) Îdrîs Sayilgan ku di 25’ê Cotmeha 2016’an de hat girtin, piştî 13 mehan derdikeve pêşberî dadgehê. Îdîanameya Sayilgan ji nûçeyên çêkirin, hevdîtinên bi çavkaniyên nûçeyan re kirin û parvekirinên wî yên medyaya civakî pêk tê.
Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) ku bi KHK’ê hat girtin Îdrîs Sayilgan ku li Mûşê di 17’ê Cotmeha 2016’an de hat binçav kirin û piştî hefteyekê di 25’ê Cotmeha 2016’an de hat girtin, piştî 13 mehan derdikeve pêşberî dodgehê. Îdîanameya Sayilgan ji nûçeyên çêkirin, hevdîtinên bi çavkaniyên nûçeyan re kirin, parvekirinên wî yên medyaya civakî û bi telefonê tevlî Kanalên TV bûn mîna sûc hatin dîtin. Sayilgan ku dê di 8’ê Mijdarê derbikeve pêşberî Dadgeha Cezayê Giran a Muşê, bi îdîya “Endamê rêxistinê ye”ji 7.5 salan heya 15 salan cezayê girtîgehê jê re tê xwestin.
HEVDÎTINA BI TELEFONÊ YA ÇAVKANIYÊN NÛÇEYAN RE SÛC HAT DITÎN
Nûçeyên têkildarî 17’emîn salvegera mirina Hunermend Hozan Serhat (Suleyman Alpdogan), rêveberên xweser ên li navçeyên Bulanik û Varto hatin îlankirin, merasîma cenazeyê HPG’iyên di demên cûda jiyana xwe ji dest dan şopandin, ji bo agahiya operasyonên binçavkirinên li Muş û derdora wê bi telefonê hevdîtin gel çavkaniyên nûçeyan kirin sûc hatin dîtin û kirin delîlên sûc.
BERNAMEYA 1’Ê GULANÊ RAGIHANDIN SÛCE!
Ji ber ku Sayilgan bernameya cejna 1’ê Gulanê ya Muş û navçeyên wê ji televizyona Med Nûçe re ragihand, sûc hat dîtin.