HATAY - Di bin banê ÎHD’ê de Komîsyona Mexdûrên KHK’ê li Îskenderûnê hat avakirin.
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ê ya Îskenderûnê, bi armanca destek dayîna mexdûrê KHK’ê “Komîsyona Mexdûrên KHK’ê” ava kir. Civîn li Şaxa ÎHD’ê hat lidarxistin û parazvanên mafên mirovan beşdar bûn. Ji rêveberên Şaxa ÎHD’ê Ayten Kilinç, di civînê de axivî û wiha got: “Piştî hewldana derbeya leşkerî, OHAL hat îlankirin û bi giştî 135 hezar û 155 peywirdarên çemawerî ji kar hatin avêtin. Komîsyona Lêpirsîna OHAL’ê, heya niha 125 hezar û 600 dosye lêkolîn kirin û serlêdanan 3 hezar û 700 kesan jî red kir.
Kilinç, anî ziman ku ji bo derbaskirina mexduriyeat têkolînek hevpar lazime û wiha bilêv kir: “Ev bi piştevaniyê pêkane. Ji bo ku ev têkoşîn û hewldan mezintir bibe, me Konîsyona Mexdûrên Jin avakir. Emê heya dawiyê têkoşînê xwe bi rêve bibin.”