WAN - Li ser sînorê Îran û Tirkiye heta niha bi dehan qereqol û kalekol hatin avakirin. Hikûmeta ku qîma xwe bi avakirina qereqol û kalekolan neanî, niha li ser sînorê navbera xwe û Îranê de diwarê wekî seta çînê yên bi têlên jîlet ava dike. Welatiyên li ser sînor bazirganiyê dikin bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku dixwazin welatiyan bikin mohtacê xwe.
Piştî hikûmeta AKP'ê hat îktîdarê li seranserî sînoran kalekol hatin avakirin. Li ser sînorê navbera Tirkiye û Sûriye dîwar hat avakirin. Piştre jî li ser sînorê navbera Îran û Tirkiye qalekol hatin avakirin û niha li wir dîwarên bi têlên jîlet ava dikin. Welatiyên ku bi sînor gundê wan bûn bu perçe, Welatiyên ku li ser sînor bazirganî dikin, bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku tenê çavkaniya welatiyan a debarê bazirganiya ser sînor e û welatiyan bê nefes dihêlin. Welatiyan anîn ziman ku heta niha gelek kes li ser sînor ji aliyê leşkerên Tirkiye û Îranê ve hatin kuştin û ev yek jî têr nake niha dîwarên bi têlên jîlet ava dike û temamî nefesa wan a aboriyê qut dikin. Welatiyê gundê Gozeldere yê Serayê Cafer Dam, diyar kir ku di sala 2008'an de li ser sînor leşkerê Îranê piyê wî birîndar kirin û wiha got: "Ji bo ez debara xwe bikim divê ez bazirganiya ser sînor bikim. Ji bo vê yekê min mazot dianî. Min bi bîdonek mazot debara malbata xwe dikir. Lê piştî sînor hatin girtin êdî em nikarin bazirganiyê bikin. Ji ber vê yekê jî em nikarin debara xwe bikin."
'QEREQOLAN TÊR NEKIR NIHA DÎWARÊN BI JÎLET AVA DIKIN'
Dam, anî ziman ku heta niha gelek welatî bi guleyên leşkeran li ser sînor hatin kuştin û wiha got: "Berê qereqol ava kirin. Bi wê yekê qîmeta xwe neanîn niha dîwarên bi têlên jîlet ava dikin. Hem mirov nikarin bazirganiyê bikin. Hem jî sewalên ku dikevin nava van têlan dimirin. Hikûmet zêde pesnê Deriyê Sînor ê Kapikoy dide. Lê tu fêda wî li me nabe. Mirov di deriyê sînor re tenê dikare kîlok xurme bîne. Kes nikare mazotê bîne. Berê mirov bi bîdonek mazot dikaribûn debara xwe bikirana. Lê êdî mirov nekare debarê bike.
‘DEWLETÊ BAZIRGANÎ XELAS KIR'
Welatiyê gundê Avzerkê Ayhan Gumru, jî anî ziman ku piştî dîwar hat girtin êdî nikarin debara xwe bikin û wiha got: "Berê me tenê bi bîdonek mazot dikarîbû debara xwe bikiraya. Lê dewletê sînor girt û bazirganî xelas kir. Dewletê bazirganî xelas kir. Heta niha zêdeyî 20 kes li ser sînor hatin kuştin. Gelek sewalên me hatin kuştin. Piştî diwar lê kirin û têlên bi jîlet danîn ser kes nikare nêzîk bibe. Ger ku deriyan digirin bila kar ava bikin."
‘HEM WELATIYÊN SERXET Û HEM WELATIYÊN BIN XET MEXDÛR DIBIN'
Welatiyê gundê Axruka Jorî yê Qelqeliyê ku nexwest navê xwxe bide jî anî ziman ku heta niha gelek welatî li ser sînor hatin kuştin û wiha got: "Piştî mirov li ser sînor hatin kuştin êdî kes nikare li ser sînor bazirganiyê bike. Hem welatiyên milê Îranê u hem welatiyên milê Tirkiye mexdur dibin. Berê me bi bazirganiya sînor a mazotê debara xwe dikir. Lê niha em nikarin debarê bikin. Qereqol û Kalekolên hatin avakirin têr nekir. Niha dîwarênk bi jîlet ava dikin. Dixwazin hemû mirovên vir bikin mohtacê xwe."