MÊRDÎN / ŞIRNEX – Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê li ber Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ji bo piştevaniya girtiyên di greva birçîbûnê de ne daxuyanî li dar xist û ji bo dawî anîna tecrîdkirina Ocalan bang li Wezareta Dadê kir. Li Şirnexê jî kart ji girtiyan re şandin.
Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê bi boneya balê bikişînin ser çalakiya grevên birçîbûnê yên li girtîgehan li ber Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist û rêveberên HDP'ê û gelek welatî beşdar bûn. Beriya daxuyaniyê Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Tuma Çelîk ji bo bi girtiyan re hevdîtin pêk bîne bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir. Rêveberiyê destûr neda hevdîtina Çelîk. Li ser vê yekê HDP'iyan û Çelîk ji xizmên girtiyan ên çûn hevdîtinê agahî girtin.
‘TIRKIYE TÊ TECRÎDKIRIN, TECRÎDÊ RAKIN'
Xizmên girtiyan diyar kirin ku moralê girtiyan gelek baş e û banga piştevaniyê li raya giştî kirin.
Pişt re li ber girtîgehê daxuyanî hat dayîn. Tuma Çelîk bertek nîşanî destûr nedayîna bi girtiyan re da û got rêbazên nehiqûqî datînin pêşiya wan û mafê yasayî yên wekîlekî hatiye binpêkirin. Çelîk got: "Ev jî nîşan dide ku Tirkiye tê tecrîdkirin. Bi sala ne ev tecrîd didome. Ji bo rakirina tecrîdê divê her kes mafên xwe yên demokratîk bi kar bîne." Çelîk da zanîn ku li Girtîgeha Mêrdînê yek jê jin 9 girtî di greva birçîbûnê de ne û dê ji 1'ê Adarê şûn ve greva birçîbûnê li hemû girtîgehan belav bibe. Çelîk bang li Wezareta Dadê û hemû saziyên rayedar kir û got: "Em dixwazin ji bo rakirina tecrîdê ji destê kî çi tê bila bike. Em dibêjin vê tecrîdê demildest rakin. Em dixwazin hevalên me jiyana xwe ji dest nedin."
Daxuyanî bi lêdana çepikan bi dawî bû.
JI GIRTIYÊN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE RE KART ŞANDIN
Li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî rêveberên HDP'ê ji girtiyên di greva birçîbûnê de re kartan şandin. Namzetên Hevşaredariya HDP'ê yên Cizîrê Bêrîvan Kutlu û Mehmet Zirig jî di nav de gelek HDP'iyan li avahiya HDP'ê ser kartan hestên xwe nivîsandin, çalakiya girtiyan silav kirin û birin li Postexaneyê ji girtiyan re şandin.