AYDIN - Polîsan bi ser avahiya Rêxistina Navçeya HDP'ê ya Naziliyê ve girtin û hevserokê rêxistinê Sînan Bayrak binçav kir.
Li Navçeya Nazilliyê ya Aydinê polîsan serê sibê bi ser avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeyê de girt. Polîsên ku avahiyê xistin bin dorpêça xwe li hundirê avahiyê lêgerîn pêk anîn. Polîsan di lêgerînê de dest danî ser gel ewrak û malzemeyên dîjîtalî. Her wiha di serdegirtinê de Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Sînan Bayrak jî hat binçavkirin û ew birin Miduriyeta Polîsan a Nazilliyê.
Hêceta serdegirtina avahiya HDP'ê û binçavkirina Bayrak nehat zanîn.