STENBOL - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, esnafên halê yên Esenler ziyaret kir û got: “Divê em karker, kedkar û esnaf bên gelhev û xwe ji tifaqa Komarê ya li serê welat bûye bale xelas bikin. Werin em di 31’ê adarê de bi qeyûman re desthilatdariyê jî paqij bikin.”
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Sezaî Temellî, esnafên hala fêkî û zerzewatan a Esenler a Stenbolê ziyar kir. Temellî yek bi yek li esnafan geriya û hêvî kir ku karê wan baş derbas bibe. Esnafên halê jî, dem bi dem Temellî rawestandin û pêre wênê kişandin. Temellî demek şûn de bi esnafan re rûnişt, çay vexwar û sohbet kir.
‘SEDAMA HEMÛ PIRSGIRÊKAN EV DESTHILATDARIYÊ’
Temellî li vê derê daxuyanî da û bal kişand ser çalakiya greva birçîbû ya Leyla Guven a 112 rojin berdewam dike. Temellî, diyar kir ku li Ewropa û girtîgehan mirov di greva birçîbûnê dene û dixwazên qanûn bên bi cih anîn. Temellî, da zanîn ku heya tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dewam bike, dê bêhiqûqiya heyî li tevahiya Tirkiyeyê belav bibe û wiha got: “Em diçin ku derê vê dibînin. Îro me li vê derê jî ev bêhiqûqî dît. Li welat çi dema pirsgirêkek derbikeve holê, fatûreya wê li esnaf û çotkaran dibirin. Hewl didin wan weke sûcdar nîşan bidin. Lê di rastiyê sedama hemû pirsgirêkan ev desthilatdarî bi xwe ye. Lê desthilatdar bi israr sedema pirsgirêkên heyî di çotkar û kedkaran de digere. Tu dibêjî qey esnafan mazot giran kiriye û çotkaran çandinî qedandiye. Bes êdî hemû kes jî dizane ev yek ne wisane.”
‘POLÎTÎKAYÊN ŞAŞ BI RÊVE DIBIN’
Temellî, anî ziman ku çandiniya Tirkiyeyê heta bêje têra welat dike û wiha bilêv kir: “Ne tenê têra welat dike, têra Ewropayê jî dike. Li hemberî çandiniyê polîtîkayên şaş bi rêve dibin. Her ku em vê dibêjin êrîşî me dikin, çotkar û esnafan weke teror dibînin. Ma çawan çêbû hemû memleket ne terorîste. Em dizanin ku bi vê dixwazin têgînek çawan ava bikin.”
‘EMÊ ÇI JI BIHAYÊ GOLEYAN BIKIN’
Temellî, da zanîn ku cihên firotina tenzîmê ji bo girtina çavane û wiha pê de çû: “Êdî dem hatiye ku em ji vê şaşiyê re bêjin êdî bese. Divê em çotkar, karker, kamyonvan û esnaf bên gelhev. Ji me hemûyan didizin. Dema em li dijî vê dengê xwe derdixin û li mafê xwe digerin, ji me pirsa ‘Gelo agahiya we ji bihayê goleyan heye’ dikin. Emê çi ji goleyan û bihayê goleyan bikin. Em goleyan naxwin. Tu karê me bi goleyan, topan, tifingan û S-400’an nîne. Em aştiyê dixwazin. Ji xwe dema aştî hat welat, emê li ser van tiştan ne axivin. Ger hûn ji serê sibê, heya danê êvarî behsa şer bikin û hemû budçeya xwe ji çekan re veqetînin, dê encam jî tunebûna xurekê be. Dê mirov wisan bibin xizanê xwarinê.”
‘EMÊ BI HEV RE DAWÎ LI VÊ BÎNIN’
Temellî, destnîşan kir ku ligel hemû pirsgirêkan jî, bi şev û roj êrîşê HDP’ê dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Desthilatdarî dixwaza li ser HDP’ê têgînên şaş bide avakirin. Vaye em li vê derêne. Di saetên sibê yên zûde em hatin vê derê. Me bi esnafên halê re, hal vekir. Me bi esnafan re axivî, hemû kes bi derdin. Emê bi hevre dawî li vê bînin. Em bi hevre ji vê tabloya reş û tarî derbikevin. Divê em bi hêvî bin. Divê em karker, kedkar û esnaf bên gelhev û xwe ji tifaqa Komarê ya li serê welat bûye bale xelas bikin. Werin em di 31’ê adarê de bi qeyûman re desthilatdariyê jî paqij bikin.”