DÊRA ZOR - Endamên DAIŞ'ê ku herî zêde dijminandiya jinê kirin, ji aliyê şervanên YPJ'ê ve hatin girtin. Şervan Roj Engizek, diyar kir ku DAIŞ hat piyê wan û wiha got: "5 hezar salin li dijî jinê dijminantî tê kirin. Halê dijminê jinê yê 5 hezar sal niha li holê ye. Ev yek serkeftina jinê ye. Me Xîlafeta DAIŞ'ê hilweşand."
Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratik (QSD) li Dêra Zorê li dijî DAIŞ'ê berdewam dike. Armanca sereke ya QSD'ê berî her tiştî sivîlên di destê DAIŞ'ê de rizgar bike ye. Di 4 rojên dawî de nêzî 10 hezar welatiyên sivîl ji destê DAIŞ'ê hatin rizgarkirin. QSD di operasyona ku bi baldarî pêk tîne de heta niha bi sedan DAÎŞ'î girtin. Ew qas jî teslîm bûn. Jinan li dijî DAIŞ'ê şer û têkoşînek dîrokî li ber xwe da. Endamên YPJ’ê yên ku DAÎŞ'î dîl girtin, kêliyên operasyonê û serkeftin bi Ajansa Mezopotamya (MA) re parve kirin.
QSD'ê, DAIŞ li gundê Baxoz ê bajaroka Hecîn a Dêra Zor asê kirine. DAIŞ ku li qada Sûriye di gundê Baxozê de asê maye saet û kêliyên xwe yên dawî dijî. Bi operasyona "Bahoza Cizirê" ya li dijî DAIŞ'ê hat destpêkirin, her roj sivîl ji destê DAIŞ'ê tên rizgarkirin. Bi koorîdorên hatin vekirin sivîl hatin rizgarkirin û li cihên bi ewle hatin bicih kirin. QSD û YPJ darbeyên dawî li hêzên DAÎŞ’ê dixin.
YPJ DAÎŞ'IYAN DÎL DIGIRIN
Dema yekem car DAIŞ şandin qadê ewil êrîşî jinan û êzîdîyan kirin. DAIŞ'ê jinên Êzidî ku dîl girtin, zincîr li piyê wan xistin û li bazarê koletiyê firotin. Niha jî endamên YPJ'ê DAÎŞ'iyan dîl digirin. Endamên YPJ'ê, DAIŞ'iyan dixe yek rêzê û wan di lêpirsînê re derbas dikin. Piştre wan li kamyonan bar dikin dişînin.
JI HER WELATÊ CÎHANÊ HENE
Endamên DAÎŞ ku dîl hatin girtin di nava wan de kesên birîndar jî hene. Di nava endamên DAİŞ'ê yên hatin girtin de ji Fransa, Îngiltere, Almanya, Sırbistan, Erebîstana Siûdî, Irak, Danimarka, Slovenya, Hollanda, Kazakistan û gelek welatên din ên cîhanê hene.
'ME XÎLAFETIYA WAN HILWEŞAND
Ji Şervanên YPJ'ê ku DAÎŞ dîl girtin Roj Engizek, bang li cîhanê kir. Engîzek dema DAİŞ'î li kamyonên bar dkirin û DAIŞ'iyan ruyê xwe vedişartin got: "Me DAIŞ'iyên ku li Rojhilata Navîn dewlet dîl girtin, niha me ew dîl girtine. Hûn jî dibînin. Em zilmê li cihê tariyê dest pê kiriye bi dawî dikin. Îro DAIŞ hatin ber piyê me. Dijminantiya 5 hezar salan a li dijî jinê, îro hatiye vî halî. Ev yek bi destê jinê bi ser ket. Jinan ev yek bi ser xist. Me Xîlafetiya DAİŞ’ê têk bir. Rastiya vê yekê wekî vê dîmana hûn dibînin e."
MA / Nazım Daştan