AMED - Dadgehê biryar da ku betalkirina bicihkirina mamoste S.A. ya ji ber agahiya îstîxbaratê li dijî hiqûqê ye. Dadgehê parast ku li gorî agahiyên îstîxbaratê bicihkirina mamoste nayê betalkirin.
Mamosteya Dersa Tirkî S.A. di 19'ê Tîrmeha 2017'an de, li navçeya Hazro ya Amedê, wekî mamosteya dersa tirkî hat bicihkirin. Lê piştî mamoste S.A. di lêkolîna ewlehiyê û lêkolîna arşîvê re derbas kirin, 3 meh şûnde bicihkirina mamoste betal kirin. Li ser vê yekê Mamoste S.A. di 26'ê Cotmeha 2017'an de bi rêya parêzer Savaş Kiliç serî li 4'emîn Dadgeha Îdarî ya Enqereyê da. Doza ku di 30'ê Mijdarê de li Wezareta Perwerdehiya Neteweyî vekirbûn bi encam bû. Heyeta dadgehê biryar da ku tayîna mamoste S.A. tenê li ser agahiyên îstîxbaratê nayê betalkirin û ev yek li dijî hiqûqê ye. Dadgehê biryar da ku karê betalkirina bicihkirina mamoste bê betalkirin.
Dadgehê parast ku di lêpirsina ewlehiyê de bi tena serê xwe îstîxbarata bê belgeyên hiqûqî nabe delîl û ev yek li dijî rêgeza dewleta hiqûqê ye.