STENBOL - Prof. Dr. Fatma Gok, bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Berî bi derengî bikeve divê wateya têkoşîna Leylayê bê vegotin."
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin, di roja 112'an de didome. Her wiha bi heman daxwazê li gelek girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê didome.
Hîndekara teqawidbûyî Prof. Dr. Fatma Gok, der barê çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê de axivî.
'TECRÎD LI DIJÎ MIROVATIYÊ YE'
Gok, destnîşan kir ku tecrîd li dijî mirovatiyê ye. Gok, anî ziman ku mirov di girtîgehê de bin jî mafê wan ên bingehîn hene û înkarkirina van mafan li dijî mirovatiyê ye. Gok got: "Her wiha tecrîdkirina kesekî ku gelê kurd wî wekî rêberê xwe qebûl dike, tê wateya tecrîdkirina gelê kurd û me hemûyan." Gok, anî ziman ku tecrîd li dijî têkoşîna ji bo aştiyê û jiyana bi hev re ye. Gok, destnîşan kir ku tecrîd tiştekî talûke ye û got: "Ev yek li dijî gelê Tirkiyeyê û têkoşîna ji bo aştiyê ya li Rojhilata Navîn e."
‘JI BO PARASTINA JIYANÊ'
Gok, anî ziman ku Leyla Guven ji bo aştî li vê xakê çêbibe ketiye greva birçîbûnê û ev yek helwesteke pir watedar e. Gok, got: "Hin kes ji bo jiyanê bipirsin bedena xwe didin ber mirinê. Loma divê herkes li ser vê hûr bibe. Berî bi derengî bikeve divê em li her derê wateya jiyana Leylayê vebêjin da herkes daxilî vê têkoşînê bibe. Ev, tecrîdkirina me hemûyan e. Divê em bifikirin; em ê careke din çawa aştiyê têxin rojevê, wê çawa aştî çêbibe. Divê herkes bifikire ez ê çawa xwe bigihînim ên li derdora xwe û herkesî."
‘DIVÊ HERKES LI SER AŞTIYÊ HÛR BIBE'
Gok, anî ziman di dema pêvajoya aştiyê de derket holê ku Tirkiye çi qas bi hesreta aştiyê ye. Gok, ji bo bi derengî nekeve bang li herkesî kir. Gok, bilêv kir ku divê careke din lêhûrbûnek çêbibe ku pêvajoya aştiyê çawa hat xirabkirin û got: "Civaka Tirkiyeyê li hemberî heyeta Îmraliyê neket nav tu eraksiyonan. Çimkî, herkesî aştî dixwest. Lê çi bû ku ev berevajî bû? Divê tevî dîrokzan, civaknas, zanyar herkes li ser vê yekê hûr bibe. Helbet ê ku ev pêvajo xirab kir serdest in û bi ser jî ketin. Çawa bi ser ketin, çima dijraberiyek çênebû, çima nehat rawestandin, çima şer dest pê kir? Divê em hemû li ser vana hûr bibin. Çapemenî, daraz di destê hêza heyî de ye. Rêxistinên civakiyî bêdeng dike. Helbet wê ev hemû bên şikandin. Lê bedêla wê giran e. Li tu deverên cîhanê nayê qebûlkirin ku ji bo mafekî bingehîn mirov bedena xwe bidin ber mirinê. Divê ev neyê qebûlkirin."
MA / Ferhat Çelik