NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên HDP'ê yên hevşaredariyan, di çarçoveya xebatên hilbijartina 31'ê Adarê de li nava esnafan geriyan û buroyên hilbijartinê vekirin. Namzetên HDP'ê ji aliyê gel ve bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin.
HDP'ê li Erzirom û Qersê xebatên hilbijartinê berdewam kirin. Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariyan bi coş û kelecanek mezin hatin pêşwazîkirin.
QERS
Namzetên HDP'ê yên Qersê Şevîn Alaca û Ayhan Bilgen di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Kolana Kazim Bey û qada Aşik Şenlikê esnaf ziyaret kirin. Şevîn Alaca û Ayhan Bîlgen ji aliyê esnafan ve bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin. Namzetan hem li pirsgirêk û daxwazên esnafan guhdar kir û hem der barê xebatên xwe de agahî dan.
ERZIROM
Namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Xinûs û Tatosê li navçeyan buroyên hilbijartinê vekirin. Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Erziromê Barış Kemaloglu, Hevşaredara Qereyazî Melîke Goksu, Burhanettin Şahin, Namzetê Hevşaredaiya Qereqocanê Remziye Sonmez, Halit Ugun, Namzetê Xinûsê Nurcan Felekoglu û prz. Memet Bayraktar û Namzetê Tatosê Muzahit Karakuş û Yanes Çelik tev li xebatan bûn.
Namzeten HDP'ê li navçeyên Xinûs û Tatosê bi coş û girseyî buroyên hilbijartinê vekirin. Namzetan diyar kirin ku ew dê li gorî daxwazên gel tev bigerin û bi wan re biryaran bigirin û bang li her kesî kir ku di 31'ê Adarê de li sindoqan xwedî derkevin.