* Li ser sînorê Îran û Tirkiye heta niha bi dehan qereqol û kalekol hatin avakirin. Hikûmeta ku qîma xwe bi avakirina qereqol û kalekolan neanî, niha li ser sînorê navbera xwe û Îranê de diwarê wekî seta çînê yên bi têlên jîlet ava dike. Welatiyên li ser sînor bazirganiyê dikin bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku dixwazin welatiyan bikin mohtacê xwe.
* Hostayê hesteyan Suat Uyar li Rêya Armûşê 17 sal e di kulubeya yek metreyî de hesteyan temîr dike û ji hesteyên ku temîr dike 50 qurişî heqê xwe digire.
* Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) Îdrîs Sayilgan ku di 25’ê Cotmeha 2016’an de hat girtin, piştî 13 mehan derdikeve pêşberî dadgehê. Îdîanameya Sayilgan ji nûçeyên çêkirin, hevdîtinên bi çavkaniyên nûçeyan re kirin û parvekirinên wî yên medyaya civakî pêk tê.
* Karkerê demsalî Mehmet Akpolat ku di wêne û videoya dewlikên firandin hewayê û li ser tora civakî gelek hat axaftin de got: “Xwendekarên zanîngehan di dema mezûniyeta xwe de ji ber bextewariyê serpoşên xwe difirînin hewayê. Em jî ji ber bextewariya ku vedigerin malên xwe dewlikên xwe difirînin.”
* Nivîskar Mazlum Çetînkaya yek ji wan mamosteyê ku bi KHK'ê ji kar hat avîtin, di heman demê de çîrokên zarokan jî dinvîse û aşkera kir ku çîrok nivîsandin tiştek xeter e û wiha got: "Roja ku ez ji zarokan qut kirim, ez nikarim binvîsim."
* Nivîskarên ku li Fuara Pirtûkan a TUYAB'ê pirtûka Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş a Seher îmze kirin diyar kirin ku trajediya herî mezin ewe ku niviskarek nikaribe pirtûka xwe îmze bike ye.
* Li bajarê Minbicê yekem car dewreya Erkê Xweparastinê ya bi hişyariya “Ji bo avakirina civakeke azad û demokratîk” hat destpêkirin.
* Hate ragihandin ku Rûsyayê Kongreya Netewî Sûriyê ku wê di 18 mijdarê de li Rûsya Sotşiyê hatibûya lidarxistin, heta demeke ne diyar ji ber sedemên ne zelal hate li paş xistin.