ENQERE - Girtiyê siyasî Îskender Kahraman ê sala par ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şerezar bike salekê derneket hevdîtina malbatê, 71 rojin li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye. Xwişka Îskender Kahraman Hasret Kahraman, bal kişand ser daxwazên birayê xwe û wiha got: “Roj ne roja ku em li mala xwe rûnên e. Divê her kes dengê xwe bilind bike.
Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kiriye, di roja 110'emîn de, didome. Guven, bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 8'ê mijdarê de ketibû grevê û 110 rojin di grevê de ye. Çalakiya Endamê HDP'ê Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman daxwazê dest pê kiriye jî di roja 97'emîn de berdewam dike. Çalakiya grevê ya 14 çalakgerên li Strasbaurg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 71'yemîn de, çalakiya koma ewil ku di 16'ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 72'emîn de berdewam dike. Niha li 62 girtîgehan zêdetirî 317 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ne.
Yek ji 317 girtiyên di grevê de Îskender Kahraman ê li Girtîgeha Tîpa F a Edirne girtî ye. Îskender Kahraman ji sala 2001'an ve girtî ye. Kahraman ku di koma duyemîn de ket grevê 71 rojin di grevê de ye. Xwişka Îskender Kahraman Hasret Kahraman, bal kişand ser çalakiyên girtiyan û daxwazên wan. Hasret Kahraman, xwest beriya girtî li girtîgehê jiyana xwe jie dest bidin daxwazên wan pêk bên û wiha got: "Çalakiya girtiyan û birayê min berxwedanek bi rûmet e. Daxwazên wan mafdar in."
‘BILA TECRÎDA LI SER KURDAN BI DAWÎ BIBE
Hasret Kahraman bal kişand ser tecrîdkirina Kurdan û wiha got: “Li ser gelê Kurd tecrîd heye. Li ser rêberê PKK'ê Ocalan tecrîd heye. Em tenê dixwazin bila tecrid bi dawî bibe û daxwaza girtiyan pêk bê. Sedeme çalakiyê tecrîd e. Ger ku tecrîd rabe dê çalakî jî bi dawî bibin. Ji bo girtî dawî li çalakiyê bînin divê daxwaza wan pêk bê û tecrîd bi dawî bibe. Bila êdî tecrîd bi dawî bibe. Birayê min li gel ku ew qas kîlo daye û rewşa tenduristiya wî xerab bûye jî dîsa moralê wî bilind e."
‘BIRAYÊ MIN BERÊ JÎ KETIBÛ GREVÊ'
Hasret Kahraman, anî ziman ku berê jî birayê wê Îskender bi armanca tecrîdkirina li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike zêdeyî salekê hevdîtan bi malbatê re qebûl nekir û mafê xwe yê bêdengiyê parast û wiha got: "Biraye min salekê bi me re neaxivî. Heta ku Mehmet Ocalan herî dawî bi birayê xwe Abdullah Ocalan re hevditin kir. Piştî Mehmet Ocalan hevditin pêk anî, Îskender bi me re hevdîtin kir. Ji ber vê yekê cezayê ragihandinê li birayê min hat birîn. Di serî de rewşa Leyla Guven û hemû çalakgerên di grevê de me dixin nava fikaran.
Ji bo tiştek neyê serê wan û çalakgerên di greve de jiyana xwe ji dest nedin, divê gelê kurd bêdeng nemîne. Ev çalakî ji bo hemû gelê Kurd e. Niha Kurd li girtîgehan asê kirine. Ji ber ku em nasnameya xwe dixwazin. Divê êdî kurd ji vê yekê re bêjin bes e. Ez bang li hemû malbatên zarokên wan girtî dikim. Em dengê zarokên xwe bilind bikin. Hewce be em jî têkevin greva birçîbûnê. Îro ne roja rûniştinê ye. Roj roja gelê Kurd e. Ger ku em bi nasnameya xwe bijîn em dê karibin serbilindî bijîn. Ez birayê xwe û hemû girtiyên di greve de pîroz dikim. Serê me dê her tim bi we bilind be."
MA / Selman Guleryuz