* Suat Ugur ê 41 roj e li girtîgehê di greva birçîbûnê de ye ragihand ku rêveberiya girtîgehê ji bilî av û lîmonê tiştek nade wan û got: “Ew avê jî nedin me, em ê vê çalakiya xwe berdewam bikin.”
* Namzetê Hevşaredariya HDP’ê yê Midyadê Osman Demîrcî diyar kir ku qeymeqamiyê bi hêceta “ewlehiyê” destûr nedaye ew buro vebikin û polîsan jî xwediyê buroyan tehdît kiriye.
* Girtiyê siyasî Îskender Kahraman ê sala par ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şerezar bike salekê derneket hevdîtina malbatê, 71 rojin li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye. Xwişka Îskender Kahraman Hasret Kahraman, bal kişand ser daxwazên birayê xwe û wiha got: “Roj ne roja ku em li mala xwe rûnên e. Divê her kes dengê xwe bilind bike.
* Dayika Edîp Akyildiz ê ji 5 Çile ve di li Girtîgeha Sîlîvriyê di grevê de ye Sîmamperî Akyildiz got: “Ewrên reş û tarî ji ser Îmraliyê rakin.”
* Nevîn Gokçe ya 52 roj in di greva birçîbûnê de ye tecrîdê şiband Kerbelayê û got: “Bi tecrîdê dixwazin azadiya me desteser bikin. Azadiya me nefesa me ye. Lê bila viya baş dizanibin tu hêz nikare nefesa me bibire. Li dijî tecrîdê Leyla Guven jî wek lehenga Kerbelayê Zeyneba hemdem e.”
* Xwendekara jin a li Zanîngeha Mustafa Kemal (MKU) rastî êrîşa 3 kesên bi kêr hat, serî li Şaxa ÎHD'ê ya Hatayê da. Xwendekara rastî êrîşê hat, diyar kir ku rastî gefên kuştinê hatiye û wiha got: "Hemû şahî û çalakiyan li me qedexe dikin. Em rastî gef, zext û astengiyan tên."
* Endama Rêxistina Jinan a Wekhev Tîlbe Akan, diyar kir ku ewê di 8’ê Adarê de krîza aborî, tundiya li dijî jinan, îstîsmara zarokan û nefeqe bikin rojeva xwe û li 4 bajaran dê dakevin qadan û got: “Em bang li hemû jinan dikin ku dakevin qadan û bi hêzek mezin daxwazên xwe biqîrîn.”
* Pisporan diyar kir ku di bobelata kana madenê ya Mîlasê de pisporên ewlehiya kar nebûne û gotin: “Karkeran li ber çavan şandine mirinê.”
* Saddetîn Yaşar, Turan Gunana û Mesut Atiş ên 71 roj in li Girtîgeha Kandirayê di greva birçîbûnê de ne bang li gel kirin û gotin: “Ji zîndana mezin a li derve mil bidin milê me. Berxwedana me bikin berxwedana xwe.”
* Alîkara Hevserokên Giştî ya DBP’ê Halîde Turkoglu destnîşan kir ku zîhniyeta zilam a desthilatdar li dijî saziyên xwestin xwe bidin rûniştandin mudaxele hat kirin û got: “Li dijî vê yekê pergala hevserokatiyê heye û di nav gel de tê pejirandin. HDP bi israr e pergala hevserokatiyê û pergala jinê bixe meriyetê.”
* Rêxistina HDP'ê dê li gelek bajar û navçeyan xebatên hilbijartinê berdewam bike. (11.00/17.00)
* Zimanzan, bi armanca yekpariya ziman pêş bixin, dê klavûza Rêbera Rastnivîsînê li Odelek Amedê civînê pêk bîne. (10.00)
* Înîsiyatifa Zindanan a Marmarayê, bi armanca piştgiriyê bide çalakgerên greva birçîbûnê yên li girtîgehan ku ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketine grevê dê li pêş Girtîgeha Bakirkoyê civîna çapemeniyê pek bîne. (12.00)
* 6'emîn Danişina doza 53 kesên ku di qedexeya derketina kolanan a Nisêbînê de hatin girtin dê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê pêk bê. (14.00)