AMED – Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, li dijî tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 109 rojin di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Leyla Guven, di ziyareta îro de xwest Tirkiye li gorî hiqûq û zagona xwe tev bigere û wiha got: "Bi rakirina tecrîdê Tirkiye dê bêhnê bistîne."
Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kiriye, di roja 109'emîn de, didome. Piştî Guven hat berdan, her roj gelek saziyên demokratîk û rêxistinên sivîl Guven li malê ziyaret dikin û piştgiriya xwe tînin ziman. Îro jî Parazvanên Mafên Mirovan Aktivîstên Aştiyê Nimet Tanrıkulu, Filiz Uguz, Feminist Ozengul Ergun, Seher Kalkan, Nivîskarê Rojnameya Cumhuriyetê Işıl Ozgenturk Guven li malê ziyaret kirin û piştgiriya xwe anîn ziman. Aktîvîst û parazvanên mafên mirovan peyama “Weki jinek bûye dengê aştiyê, bi heviya em bibin dengê te em bi te re ne." dan. Jinên ku piştî serdana Leylayê ya li mala wê xwestin daxuyaniyê bidin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Ji bo Leylayê ji her aliyî ve serdanên piştevaniyê tên kirin. Di çarçoveya van serdanan de heyetek ku ji rojnameger, parêstvanên mafên mirovan û jinên feminîst pêk dihat ji bo serdanê çûn mala Leylayê.
Jinên beriya serdana Leylayê li Komeleya Jinan a Rosayê kom bûn, rêvebirên komeleyê jî li gel wan çûn serdana Leylayê. Heyeta ku çû serdana Leyla piştî serdanê xwest ku daxuyaniyê bide lê heyet ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Jinên ku bertek nîşanî helweta polîsan dan wiha gotin: "Di nav me de aktîvîstên aştiyê, parêstvanên mafên mirovn û rojnameger hene. Em di pêvajoyên giran re derbas dibin. Me xwest ku em jina li dijî vê pêvajoyê di greva birçîbûnê de ye ziyaret bikin."
Jin bêyî ku daxuyaniyê bidin ji ber mala Leylayê veqetiyan.