Çalakgerên Strasboûrgê: Em li her derê bi hev re rabin ser piyan

  • rojane
  • 17:01 24 Sibat 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya grevê birçîbûnê ya 14 çalakgeran a li Strasboûrgê, di roja 70'yemîn de berdewam dike. Berxwedêrên li dijî tecrida Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di grevê de ne gotin:  "Ji ber ku em pê bawer in, em bi rengekî serbilind li ber faşîzmê radibin. Li her derê divê em bi hev re rabin ser piyan."
 
Çalakiya 14 berxwedêrên li Strasbourgê 70 rojin di grevê de ne çalakiya xwe berdewam dikin. Li ser navê çalakgeran Ramazan Îmîr daxuyani da û diyar kir ku mîna roja destpêkê ew bi biryar in û wiha got: "Em di roja 70'î de ne. Tevî ku em 14 hevalên li Strasboûrgê 70 roj tijî kiribin jî, hevala me Leyla Guven heye ku berî me dest bi çalakiyê kir û zêdeyî 100 roj li pey xwe hişt. Li zindanan hevrêyên me 71 roj in di nava şert û mercên nebaş de li ber xwe didin. Li tevahiya Ewropayê 24 hevalên me li ber xwe didin. Berxwedan li her devera dinyayê belav bûye. Ji bilî berxwedanê rêyek li ber gelê me nîne. Dema ku ya li hemberî mirovan faşîzm be, polîtîkaya tinekirina hebûnê be, ji bilî berxwedanê alternatîfeke mirovan namîne. Em niha bi vî rengî li ber xwe didin. Berxwedana grevên birçîbûnê ku hevala Leyla pêşengiyê jê re dike, hîn dewam dike. Biryardariya me ya roja destpêkê çawa be, ya niha jî bi heman rengî ye; bi moral, îdîa, dilsozî û biryardarî em li ber xwe didin."
 
'QEBÛLKIRINA BÊDENGIYÊ, QEBÛLKIRINA TESLÎMIYETÊ YE'
 
Ramazan Îmîr diyar kir, qebûlkirina sîstema êşkence û tecrîdê, bêdengiya li pêşberî vê yekê tê wateya qebûlkirina teslîmiyetê û got, ti hêz nikare vê yekê li wan ferz bike. Îmîr wiha dewam kir: "Nepêkan e ku em vê qebûl bikin. Eger me qebûl bikira, hingî berxwedana grevên birçîbûnê ewqasî belav nedibû. Ev yek ferzkirina teslîmiyetê ye li ser me; gelê Kurd ne ew gel e ku êdî teslîmiyetê qebûl bike." Îmîr bi bîr xist, gelê Kurd, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê di destpêka sala 2019'an de biryara 'berxwedanê' da û anî ziman, wê vê berxwedanê heta dawiya sala 2019'an bidomînin.
 
'EM BI RUHÊ BERXWEDANA ŞOREŞGERÎ TEVLÎ PÊVAJOYÊ BIBIN'
 
Îmîr ragihand, gelê Kurd ti carî serê xwe li ber neheqiyê netewandiye û bang li Kurdên li çar aliyên Kurdistanê û dîasporayê kir ku bi ruhê berxwedanê tevlî pêvajoyê bibin. Îmîr bal kişand ser girîngiya hêza gel û wiha dewam kir: "Niha li Kurdistanê atmosfera hilbijartinê heye. Pêwîste her kes bi ruhê berxwedana şoreşgerî tevlî atmosfera hilbijartinên xwecihî bibin. Dema ku helwest bi vî rengî be wê faşîzm hilweşe. Pêvajo ne pêvajoyeke ji rêzê ya hilbijartinê ye. Ji ber ku hilbijartin bi xwe jî derbeke ku dikare li faşîzmê bê xistin. Eger bi ruhekî berxwedana şoreşgerî li dijî faşîzma neteweperest a AKP-MHP'ê têkoşîn bê dayin, derbeke mezin dikare li faşîzmê were xistin. Di vê çarçoveyê de gelê me yê li Bakurê Kurdistanê dikare hîn bi xurtî tevlî pêvajoya berxwedanê bibe."
 
Îmîr diyar kir, ji bo Ewropayê jî heman tişt derbas dibe û got, "Her mirovekî me yê li Ewropayê dikare karekî bi vî rengî deyne ber xwe: 'Ez ê îro berxwedanê bixim rojeva 15 malbatan. Ez ê rê li ber nîqaşa ji bo xwedîderketina li berxwedanê vekim'. Eger niha li Ewropayê 10 hezar kes di nava karê azadiyê de hene, bi biryardarî û îradeya têkoşînê dikarin xwe bigihînin sed hezar kesî." Îmîr diyar kir, serketina gelê Kurd a li dijî tecrîdê bi têkoşîna hevgirtî dibe û anî ziman, bêdengiya li pêşberî pêvajoyê wê rê li ber ti encamê veneke.
 
'EM BI HEV RE RABIN SER PIYAN Û HELWESTÊ NÎŞAN BIDIN'
 
Berxwedêr Ramazan Îmîr helwesta gel a xwedîderketina li berxwedêrên greva birçîbûnê silav kir û ragihand, asta heyî ya xwedîderketinê têrker nîne. Îmîr destnîşan kir, eger gelê Kurd li her devera lê ye bi heman rengî û di heman demê de rabin ser piyan û helwestê nîşan bidin, ev yek wê rê li ber serketinê veke. Di dawiya axaftina xwe de Îmîr bang li gelê Kurd kir: "Tempo û motîvasyona heyî gelekî cidî ye. Asta xwedîderketinê gelekî girîng e. Lê belê ne di asta têrker de ye. Mesela, em dibînin ku li herêmekê di asteke girîng de xwedîderketin heye, gel dadikeve qadan, lê li bajar an jî herêmeke din bêdengî heye. Divê em wê yekîtiyê pêk bînin. Divê em karibin di heman demê de li her cihî heman nerazîbûnê nîşan bidin. Ji bo vê divê em bixebitin; em yekser biçin malan, qala têkoşîna xwe bikin. Em qala şert û mercên Rêber Apo bikin. Her wiha divê em rastî û ruhê berxwedanê yê hevalên di greva birçîbûnê de bidin fêhmkirin, ku em karibin vê rêxistinbûnê berbelav bikin. Pêwîstiya me bi motîvasyon û karekî di vê çarçoveyê de ye. Em bi vê jî piştrast in."

Sernavên din

27/02/2019
14:10 Li Stenbolê jin dê li dijî krîz, şer û şidetê li qadan bin
13:54 Di konteynira çopê de lingê jinekê hat dîtin
13:33 Li çoltera Şemrexê tevgera leşkerî
13:26 'Dewlet berpirsiyar e ku parazvanên mafên mirovan biparêze'
13:21 Li ber girtîgehê bang kirin: Tecrîdê bi dawî bikin
13:00 Platforma Jinan a Enqerê banga tevlîbûna 8’ê Adarê kir
12:48 Polîsan bi ser avahiya HDP'a Nazilliyê de girt: Hevserok hat binçavkirin
12:05 'Gelê Kurd xwedî hêz e ku bibe bersîva pêvajoyê'
11:41 Temelli esnafên halê ziyaret kir: Em bi qeyûman re desthilatdariyê paqij bikin
11:23 ‘Em ê Meletiyê bi nerîna jinê bi rê ve bibin'
11:03 Pakîstanê balafira şer a Hîndîstanê xist: 2 pilotan jiyana xwe ji dest dan
10:41 Jinan xîlafeta DAÎŞ’ê hilweşand
10:37 Li Erziromê 8 kes hatin binçavkirin
09:49 Sezgîn Tanrikûlû yê CHP’î Leyla Guven ziyaret kir
09:24 Dadgeh: Tenê îstîxbarat nabe delîl
09:24 Weazdayîn melê fexrî qedexe kirin, lê hêj meleyek jî neşandine gund!
09:23 YSK'ê ji bo veguhastina sindoqan got: Bêqanûntî ye
09:22 Ozdemîr: Biryareke dijî hiqûqê ye
09:21 Unsal: Wê Semsûr hesabê xiyalşikestina 15 salan di sindoqê de bipirse
09:20 Girtiyê ji Doza Nisêbînê: Ev darizandin senaryoya lîstikekê ye
09:19 'Tekane rêya bilindkirina têkoşînê çalakî ne'
09:18 Soyler ku 74 roj in di greva birçîbûnê de ye: Rengê êşê tune ye, lê rengê aştiyê heye
09:17 Li Girtîgeha Tekirdagê zext û zoriyên li ser girtiyan zêde dibin
09:16 Prof. Dr. Gok: Divê em wateya têkoşîna Leylayê ji herkesî re vebêjin
09:16 Çepnî: Taktîka me ya sereke paşvebirina faşîzma AKP-MHP'ê ye
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2019'AN
08:44 Berxwedana Leyla Guven di roja 112'mîn de didome
26/02/2019
22:30 Namzetiya namzeta HDP'ê ya Qereqoçanê hat betalkirin
22:22 Cahîde Encu hat berdan
17:52 18 meh ceza li Yuksekdag birîn
17:32 Darizandina 53 kesên li Nisêbînê hatin girtin dîsa berdewam kir
16:37 Xwişka Encû yê di Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest da hat binçavkirin
16:36 Danişîna rojnameger Kanbal hat taloqkirin
16:23 Namzetên HDP'ê bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin
16:10 Rewşa Nasir Yagiz cîdiye
15:21 Daxuyaniya ji bo greva birçîbûnê bê dayîn hat astengkirin
15:04 Rêveberê HDP'ê yê li sirgûnê jiyana xwe ji dest da li Dersîmê defin kirin
14:50 Jinên Rihayê: Em bajarên dostê jinan dixwazin
14:43 Aktaş, Yavûzel û Yeşîl li ser gorên xwe hatin bibîranîn
13:34 Jinên bazarvan: Cihê ji me re hatiye veqetandin emê nedin zilaman
13:19 Kaya: Ji 1’ê Adarê ve hemû girtîgeh dikevin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger
12:46 Li Bêdlisê 4 kes hatin girtin
12:25 Pîvana şekirê girtiyên di greva birçîbînê de nakin
12:12 Namzetên ku AA ew kirin hedef: AA bi agahiya Soylu nûçe amade kiriye
11:48 Demîrtaş û Zeydan ji bo Xirvetê name şandin
11:47 Berxwedana Leyla Guven di roja 111'mîn de didome
11:29 Ji parêzerên Doza Nisêbînê Kûzû: Biryara cihêkirina dosyeyan ne hiqûqî ye
11:10 Girtiyan ji qawîşan derdixin û davêjin hucreyan
10:47 Parêzerên Ocalan cara 793'yemîn serî li dozgeriyê dan
10:46 Meclîsa Jinan a HDP: Em di 8'ê Adarê de li qadan in
10:46 Bêdengiya Meclîsê ya ji bo Guven: 50 roj in bersiv nedane daxwaznameyê
10:32 Salhan ê di grevê de: Me xwe ji bo serkeftinê amade kiriye
10:05 Di 'projeya nûkirinê' de dîrok derket holê!
09:53 Parkirinên PDK û YNK’ê
09:27 'Em ê bi vîna xwe ya ji pola bi ser bikevin'
09:27 Hem derb kirin hem jî lêpirsîn dan destpêkirin
09:26 Kaya: Bila tecrîd rabe da em azadiyê bêhn bikin
09:25 Pêşbaziya her du partiyên desthilatdar wê herêmê ber bi ku ve bibe?
09:25 Emniyetê nehişt tev li merasîma cenazeyê birayê xwe bibe
09:24 Rojnamevan Oktay der barê hevala xwe ya di greva birçîbûnê de nivîsî: Tu min dibînî?
09:23 'Em ê di 31'ê Adarê de bi ferqeke mezin Bedlîsê bi dest bixin'
09:20 Ji bo çalakgerên greva birçîbûnê helbestek nivîsand
09:20 ‘Divê jin li dijî 'efûya zewicê' zemînên rêxistinbûyînê biafirînin'
09:19 Girtiyên dirûşme berz kirin cezayê hucreyê li wan hat birîn
09:18 'Tiştek biqewime berpirsiyar hikûmet e'
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2019'AN
25/02/2019
17:44 Jinên Şaredariya Rojava û Bakurê Sûriye ji Guven re name şandin
17:25 Li salona dadgehê dirûşmeya 'Bijî berxwedana zindanan' berz kirin
16:47 'Qeyûm dê biçin û zarokên vî gelî dîsa wê bên bijartin'
16:40 Ji bo Leyla Guven meşiyan: Rûmeta me ye
15:55 Çalakger Nasir Yagiz nikare rabe ser xwe û raze
15:45 Komek ciwanên kurd li ber avahiya CPT çalakî pek anîn
15:39 Pîrînççîoglu: Qeyûman hemû mal û milkên şaredariyê dewr kirin e
15:34 'Em ê pirsgirêkên Çewlîgê bi ferasetek modern çareser bikin’
15:18 Platforma Li Îzmirê Xwedî Derkeve: Hewldanên ji bo betalkirina Îhayê dê bidomin
14:12 'Hêza tundiya zilam xelas bike piştevaniya jinane'
14:10 Buldan: Divê AKP bêdeng nemîne tecrîdê rake
13:52 Vakfa Mezopotamya: Di dorê de 2 kovarên kurdî hene
13:43 HDP'ê li Rihayê ji bo Cevherî xwe ji namzetiyê vekişand
13:29 Beverly Ann Keen: Emê li her derê daxwaza Leyla bînin ziman
13:17 HDP’ê îstîsmara zayendî ya li Serêkaniyê hat jiyîn bir Meclîsê
12:56 Polîsan daxuyaniya greva birçîbûnê ya Bakirkoyê asteng kirin
12:33 Cîgirê Serokê Baroya Wanê: EGM'ê îşkence parast
12:27 Gutteres: Newekhevî û bêdaletî pevçûnên civakî xwedî dike
12:27 Yildiz ê MKP’î yê di greva birçîbûnê de: Divê sosyalîst bedeng nemînin
11:54 Vîtamînê nadin girtiyên di greva birçîbûnê dene
11:11 Tifaqa AKP’ê û MHP’ê li dijî HDP’ê ava bûye
10:52 Hunermend û rewşenbiran ji bo Guven bang kirin: Ne birçîbûn, bêdengî dukuje
10:51 Pezkovî daketin berpalên Çiyayê Sumbul
10:09 CHP’iyê namzetiya wî hat paşvekişandin: Serokê me yê navçeyê bertîl ji AKP’ê girt
10:07 Xelatên Oscarê yên 91'emîn dan xwediyên wan
09:21 ‘Pergala hevserokatiyê li dijî zîhniyeta qeyûman e’
09:20 Girtiyên li Kandirayê: Ji zîndana li derve mil bidin milê me
09:19 Pisporên ewlehiya kar: Karkerên Mîlasê li ber çavan şandine mirinê
09:18 Rêxistina Jinan a Wekhev dê di 8’ê Adarê de li 4 bajaran dakevin qadan
09:17 Xwendekara MKU ya rastî gefa kuştinê hat serî li ÎHD'ê da
09:17 Nevîn Gokçe ya di grevê de: Tecrîd halê Kerbelayê ye
09:16 'Ewrên reş û tarî ji ser Îmraliyê rakin’
09:14 Hasret Kahraman a birayê wê di grevê de: Roj ne roja rûniştinê ye
09:13 Demîrcî: Polîs xwediyê buroyên HDP’ê tehdît dike