STENBOL –Di doza 44 parêzerên di çalakiyên Gezî de hatin binçavkirin, dadger, biryara rawestandina darizandina parêzeran da û dosye ji Midûryeta Giştî ya Karên Ceza ya Wezareta Dadê re şand.
Di dema çalakiyên Gezî de parêzeran li ber Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê dirûşmeyên "Her der Taksîm, her der qadê berxwedanê" berz kiribûn û der barê wan de doz hatibû vekirin. 6'emîn rûniştina doza der barê 44 parêzeran de hatibû vekirin li 52'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Stenbolê hat dîtin. Dozger bi îdîaya li dijî xala hejmar 2911’an a Qanûna Civîn, Xwepêşandan û Meşê tevgeriyan doz vekiribû. Parêzerên tên darizandin, endamên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Buroya Hiqûqa Bindestan (EHB) beşdarî rûniştinê bûn. Parêzerên parastin kirin, anîn ziman ku ji bo dozê pêwîtî bi destûra gihandinê heye û ji Wezîrê Dadê xwestin ku destûrê daxwaz bike. Heyeta dadgehê li ser vê yekê biryara xwe ya navberê da û dosya bi daxwaza destûra gihandinê ji Midûryeta Giştî ya Karên Ceza ya Wezareta Dadê re şand. Piştre jî dadgehê doz taloqî 7’ê Gulan 2018’an kir.