AGIRÎ – Li Giyadinê, qezayek rû da, 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî bi giranî birîndar bûn.
Li ser rêya navçeya Giyadin a Agiriyê ajokarê otomobîla plakaya 04 AC 858 a 6 kes lê sîwar bûn ji rê derket û qulibî. Di otomobîla li şerampolê wer bû de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî bi giranî birîndar bûn.
Ekîbên tenduriyê yên hatin cihê bûyerê Atakan Onûr, Şaban Unal, Onûr Telhan û Sezaî Dogan Aladag ên birîndar bûn, rakirin nexweşxaneyên dewletê yên Giyadin û Avkevir. Hat diyar kirin rewşa birînaran girane û taloka wan a jiyanê heye.
Di lêpirsîna hat kirin de, derket holê ku her 6 kes diçûn, germanên Giyadinê.