MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê vekirina buroya hilbijartinê ya HDP'ê vegeriya mîtînge. Gêlê Nisêbînê bi girseyek mezin konvoy pêşwazî kir û silav kir. HDP'iyangot: “Serkeftina me dê bibe têkçûna AKP-MHP’ê."
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beriya hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya 31'ê Adarê dest bi vekirina buroyan kiriye. HDP'ê li Navçeya Nisêbînê jî îro bi girseyî buroya hilbijartinê vekir. Li Navçeya Nisêbînê ku piştî qedexeya derketina kolanan nêviyê wê hat hilweşandin û 4 taxên wê bi temamî hatin hilweşandin. HDP'ê li taxa Bariş a li ser kolana Midyadê buroya hilbijartinê vekir. Beriya vekirina buroyê gelê Nisêbînê li kolanê kom bû û vekirina buroyê vegeriya mîtîngê. Dema karwana HDP’ê di nava bajar re derbas bû girseyê bi coşek mezin karwana HDP'ê pêşwazî kir. Gel daket kolanê û bi dirûşme û tilîliyan karwan pêşwazî kir. Gelek welatiyan jî li eywan, şibake û di deriyên xwe de karwan pêşwazî kir. Jin, ciwan, kal û pîr bi hezaran kesên ku konvoya HDP'ê pêşwazî kir, demek dirêj li pey konvoya HDP'ê meşiyan. Dema zarok li pey karwana HDP'ê direviyan dîmenên rengîn û zindi derketin holê. Gelek welatî li ser piyên rê karwan silav kir û hin welatiyan jî bi telefonên xwe dîmenê karwanê kişanin. Welatiyan karwana HDP'ê li ser hesabê xwe yê medya civakî bi awayekî weşana zindî parve kirin.
Karwana HDP'ê piştî li nava bajar tûr avêt, derbasî pêş buroya hilbijartinê bû. Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Navçeya Nisêbînê Ferhat Kut, Semire Nergiz û Hevşaredarê HDP'ê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk piştî tûra li dora navçeyê li pêş buroyê ji otobusa hilbijartinê daketin û li peş bûroyê qiyamet rabû. Tevî polîsên ku bi aşîneya zirxî avahiya buroya hilbijartinê dorpêç kir jî dîsa vekirina buroyê vegeriya mîtîngê.
SERKEFTINA HDP'Ê DÊ BIBE TÊKÇÛNA MHP-AKP'Ê
Di bernameyê de Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariya Nisêbînê Semire Nergiz axivî û wiha got: “Em dê bi hemû reng û coşa vê navçeyê, em dê bi coşa gel û ciwanên vê navçeyê serkeftinê li vî bajarî pêş bixin. Em namzetên nûnertiya jin û zarokan in. Bêyî em cudakariyê têxin nava ziman, çand, nasname, bawerî û zayendê em dê bajar bi rêve bibin."
Namzetê Hevşaredariya Nisêbînê Ferhat Kut bal kişand ser coşa gel û wiha got: "Weki her hilbijartinê di vê hilbijartinê de jî we coş û biryara xwe aşkere kir. Coşa gel îro carek din nîşan da ku gel dê dîsa bi ser bikeve. 31'ê Adarê îsal pir cuda ye. Roja ku gel vîna xwe ji nûve ava bike ye. Serkeftina me dê MHP û AKP'ê hilweşîne.
Herî dawî Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk jî bal kişand ser çalakiya Leyla Guven ku 109 rojin li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di grevê dre ye û wiha got: "Em Leyla Guven, çalakgerên girtî û yên li Ewropa, Hewlêr û Gallerê silav dikin. Gelê kurd di vê pêvajoyê de rojên zahmet derbas dike. Gelê Kurd pir zahmeti kişandin ji bo azadiya xwe ev zahmetî kişandin. Em bi gelê xwe bawer in. Niha lîstikên pir qirêj tên lîstin. Lê em bi gelê xwe bewarin ku van lîstikan pûç bikin. Gelê me dê carek din ji AKP'ê û qeyûman re bêje na. Pêşeroj ya me ye. Em dê bi hevre vê lîstikê xera bikin."