AMED - Ji 3 kesên li Îzmîr, Çanakkale û Stenbolê hatibûn binçavkirin û anîbûn Amedê 2 jê hatin girtin.
3 kesên bi navê S.D, B.B û M.K ên di çarçoveya operasyona Midûriyeta Şaxê ya li dijî Terorê û Fermandariya Jendermeyan a Bajarê Amedê de, li Îzmîr, Çanakkale û Stenbolê hatibûn binçavkirin, anîn Amedê. Ji 3 kesên sewqî dadgehê hatin kirin, S.D. û M.K. bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" hatin girtin û B.B. jî bi şertê kontrola edlî hat berdan.