MANÎSA - Li Somayê karkerê di santrala termîkê ya ji hêla Hîdro-Gen A.Ş. a di bin banê Kolîn Şîrketler Grubu de dixebite, di înşaetê de ket û jiyana xwe ji dest da.
Termîk santrala li taxa Kayrakalti ya navçeya Somaya Manîsayê tê çêkirin, xebata wê ji hêla Hîdro-Gen A.Ş. a di bin banê Kolîn Şîrketler Grubu de tê bi rêve birin. Karkerê bi navê Mehmet Dogru (18) di 15 metreyan de ket xwarê. Dogru li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku Dogru li Eregliya Zonguldakê ye. Cenazeyê Dogru rakirin Saziya Tiba Edlî ya Îzmîrê.
Hat gotin piştî kar û barên otopsiyê dê cenazeyê Dogru li Eregliyê bê definkirin.