ŞIRNEX/MÊRDÎN - Ahmet Turk, nûçeya Ajansa Anadolu ya namzetê HDP’ê hedef nîşan dan, nirxand û got: “Ji xwe ji bo tayînkirina qeyûman doz derbarê me de hatin vekirin. Namzetê Hevşaredariya Sîlopî Suleyman Şavlûk jî, diyar kir ku dixwazin bi operasyonên ferasete HDP’ê lewaz bikin.
Piştî gotinên Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan ên weke “Kesên têkiliya wan bi terorê re heyîn, ger dîsan di sindoqan de derbikevin, em ê demildest a pêwîst bikin û qeyûm tayîn bikin” û daxuyaniyên Wezareta Karê Hûndir Suleyman Soylû yên darbarê HDP’ê de kirin vê carê jî Ajansa Anadolu (AA) bi nûçeyên servîs kirin, namzetên hevşaredariyên HDP’ê yên ji bo hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê diyar kirine, hedef nîşan dan. Dinava namzetên hevşaredariyên weke hedef hatin nîşandan de Huda Kaya, Fîlîz Kerestecîoglu, Ayhan Bîlgen, Selçûk Mizrakli û Ahmet Turk jî hene.
Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û namzetê Hevşaredariya Navçeya Sîlopî ya Şirnexê Suleyman Şavlûk ên AA weke hedef nîşan dan, diyar kirin ku hemû doz û lêpirsînên derbarên wan de hatine vekirin siyasîne û kesên ew darizandin niha di girtîgehan dene.
TURK: JI BO QEYÛM TAYÎN BIKIN DOZ VEKIRIN
Namzetê hevşaredariyê Ahmet Turk, da zanî ku bi zanebûn nûçeyên wan servîs dikin û wiha axivî: “Ev nêzîkatî xizmeta armancên partiyeke siyasî dike. Di salên derbas bûyî de mîna min gelek hevşaredar ji kar hatin avêtin. Ji bo ku em ji kar bên avêtin bi rêya darazê formulek avakirin û qeyûm tayînê cihê me kirin. Ji bo ku qeyûm tayînê cihê min bikin, neçar man ku doz vekin. Ji ber dijminantiya min û partiya min lîstûkên wiha pêş dixin.”
'EMÊ DEST JI TÊKOŞÎNA XWE BERNEDIN'
Turk, destnîşan kir ku wî heya roja îro cihê xwe dinava têkoşîna demokrasiyê de girtiye û wiha got. “Ji bo pêşeroja Tirkiyeke demokratîk, ez tim ketim nava hewldanan. Têkoşîna me ev têkoşîne. Em mirovên ku baweriya me bi siyaseta demokratîk tê ye. Em bawer dikin ku pirsgirêkên heyî bi siyaseta demokratîk çareser bibin. Emê heya dawiyê jî bi vî awayî têkoşîna xwe berdewam bikin. Êdî hemû Tirkiye jî dizane, dozên li em hatine vekirin ne hiqûqî, siyasîne. Ji ber vê nêzîkatiyên me weke hedef nîşan didin, dê nekarin me ji têkoşîna me qût bikin.”
ŞAVLÛK: KESÊN EM DARIZANDIN NIHA DI GIRTÎGEHAN DENE
Namzetê Hevşardariya Sîlopî yê HDP’ê Suleyman Şavlûk jî, rewşa mijara gotinê ye weke “Kompanyeya reşkirinê” nirxand û got: “Heman rewş li ser hesabên medya civakî jî gelek çaran tên kirin. Divê me guh nedin van spekulayonan. Berî 10 salan, li ser navê “Operasyonên KCK’ê” derbarê min de lêpirsîn hat vekirin û ev li ser medayayê hat bikaranîn. Fetolahiyên wê demê, bi fezlekeyên amadekiribûn, xwestin ku vê weke rastî nîşan bin. Lê belê kesên em darizandin û îdîanema derbarê me de amade kirin, niha hemû di girtîgehan dene û di heman demê de bi sûcdariya ‘avakirina rêxistina terorê’ tên darizandin.”
'ZEMÎNÊ TAYINKIRINA QEYÛM AVADIKIN'
Şavlûk, diyar kir ku wan tim di zemîneke demokratik de siyaset kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber vê em hatin girtin. Dixwazin bi operayonên ferasetê, HDP’ê lewaz bikin. Dixwazin li ser xirabkirin û hilweşandinên qeyûman bigirin. Hewl didin zemînê tayînkirina qeyûman ava bikin. Ji ber ku dizanin emê hemû şaredariyên hatine xespkirin qezenc bikin, êrîş dikin. Lê gelê me dê di 31’ê Adarê de vîna xwe dane hole.”
MA / Gokhan Altay - Ahmet Kanbal